Malbatan ji bo Îmraliyê serlêdan kirin

Malbat û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e tevî vasîsê wî Mazlûm Dînç, Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e, Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e bi daxwaza hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Cezayê Înfazê ya Ewlekariya Zêde ya Girtîgeha Tîpa a F Îmraliyê dan.

Parêzer ji bo hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di hefteyekê de du caran serî li van saziyan didin lê daxwazên hevdîtinê bi awayekî sîstematîk bêbersiv tê hiştin.

Carinan piştî mehan tê diyarkirin hevdîtin hatine qedexekirin û hincet tê nîşandan.

Di 18’ê Tebaxa 2021’an de Serokatiya Destaya Dîsîplînê ya Îmraliyê diyar kiribû ji bo 3 mehan hevdîtina Ocalan a bi malbatê re hatiye qedexekirin.

Qedexeya hevdîtina bi malbatê di warê teorîk de di 18’ê Mijdara 2021’an de qediyabû lê serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv tê hiştin.

Parêzeran di 28’ê Adarê de jî dîsa serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn xwestibûn hemû astengiyên li pêşiya hevdîtina bi malbatê ji holê were rakirin û malbat karibe biçe serdanê.

Di 29’ê Adarê de hakîmtiyê bersiv dabû û ev daxwaz red kiribû. Hakîmtiyê diyar kiribû derbarê Abdullah Ocalan dîsa cezayê dîsîplînê hatiye dayîn û ji ber vê nabe ku hevdîtin pêk were.

Di biryara redkirinê de hatibû gotin “Di 3’ê Sibata 2022’an de wekî cezayê dîsîplînê hevdîtina bi malbatê ji bo 3 mehan hatiye qedexekirin û ev tişt di 21’ê Sibatê de teqez bûye.”

Di 12’ê Cotmeha 2021’an de jî hevdîtina Abdullah Ocalan a bi parêzeran re ji bo 6 mehan hatibû qedexekirin. Ev qedexe di 22’ê Nîsanê de qediyabû lê daxwazên hevdîtinê yên parêzeran bêbersiv tê hiştin. Herî dawîn parêzeran di 29’ê Nîsanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dabûn û li sedema vê qedexeyê pirsîbûn.

Hakîmtiyê di heman rojê de serlêdana parêzeran red kir û diyar kiribû ku di 13’ê Nîsanê de ji bo 6 mehan hevdîtina bi parêzeran hatiye qedexekirin. Derbarê hinceta qedexeyê jî tu agahî nedan parêzeran. Parêzeran di 6’ê Gulanê de serî li Hakîmtiya Înfazê ya Bûrsayê dan û îtîrazî qedexeyê kirin.