Malbata Poyraz: Polîsan alîkarî dan kujer

Malbata Denîz Poyraz diyar kir ku polîsan alîkarî dane kujer Onûr Gencer û gilî kir.

Endama HDP'ê Denîz Poyraz, 17'ê Hezîranê li avahiya HDP'ê ya Îzmîrê di êrişa faşîst Onûr Gencer de hatibû qetilkirin. Di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Îzmîrê de bang li dayik û bavê Denîz Poyraz Fehîme û Abdullîllah Poyraz kirin û li Edliyeya Bayrakliyê îfade dan. Malbata Poyraz diyar kirin ku polîs û amîrên wan ên hatin cihê bûyerê alîkarî dan kujer û giliyê berpirsyaran kirin ku di mijara êrişê de bi xemsarî tevgeriyane.

Fehîm Poyraz got, "Ji bo edalet bi cih were anîn, em giliyê kujer jî yê polîsan jî dikin. Kujer bi hêsanî çû, Denîz qetil kir. Em giliyê yên ku ew bi rêve birin, polîsan û kujer dikin."

Abdulîllah Poyraz jî qala êrişê kir û got, "Keça min qetil kirin. Heta dawiyê ez giliyê wan dikim."