Malbata Şenyaşar wê nobetê li ber Wezareta Edaletê bigire

Malbata Şenyaşar ku ji bo xizmên xwe yên li Rihayê hatin qetilkirin zêdetirî 600 roj in Nobeta Edaletê digirin, wê di rojên pêş de li ber avahiya AKP'ê ya bajêr û Meclîsê nobetê bigire.

Emîne Şenyaşar ku 14'ê Hezîrana 2018'an li navçeya Pirsûsê ya Rihayê hevjîn û du kurên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê di heman êrîşê de birîndar bû, ji 9'ê Adara 2021'ê û vir ve li ber Edliyeya Rihayê ji bo edaletê çalakiyê dike.

Malbata ku di roja 602’an a çalakiyê de ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hatin ber edliyeyê, li ber pankarta "Ji Malbata Şenyaşar re edalet" dest bi nobetê kirin.

Ferît Şenyaşar di çalakiya nobetê de axivî û got, "Li vir li ber edliyeyê pankarta edaletê heye. Dayikek ku dilê wê şewitiye, hevjîn û 2 zarokên wê li nexweşxaneyê hatin qetilkirin li vir heye. Ji bilî van neheqiyan hemû jî, kurekî wê bi fermana rayedaran ev 4 sal in bi awayekî neheq û bêhiqûqî di hucreya yek kesî de tê girtin."

Ferît Şenyaşar diyar kir ku dengê dayika wî ji sînorên Tirkiyeyê derketiye û ji aliyê gelên cîhanê ve hatiye bihîstin, lê li Tirkiyeyê wan muxatabek nedîtine.

Şenyaşar got, "Dema ku nobeta me dewam dike, dayik li muxatabek digere. Li holê doz heye lê berpirsyarek tune ye. Hemû deriyên li ber edliyeyê li ser dayikê hatine girtin. Walîtiya Rihayê 100 metre wêdetir e û dengê hawara dayika min dibihîze, lê bersivê nade daxwazên me yên hevdîtinê. Ev bêhiqûqî wê AKP'ê biqedîne."

Ferîd Şenyaşar anî ziman ku her ku diçe pirsgirêkên tenduristiya dayika wî zêde dibin û got, "Dayê êdî nema dikare vê zilm û neheqiyê rake. Em ê di rojên pêş de careke din biçin ber avahiya AKP'ê ya bajêr. Em ê biçin pêşiya Wezareta Edaletê û TBMM’ê jî. Em dixwazin rayedar dawî li vê bêhiqûqî û bêedaletiyê bînin.”