Nobeda edaletê ya malbata Şenyaşar di roja 55'an de ye

Malbata Şenyaşar di roja 55'an a nobeda 'Edaletê' de ya li ber Edliyeya Rihayê nerazîbûn nîşan da ku hîn kesekî bi tenê jî nehatiye girtin û ev pirs kir, "Gelo Wezîrê Edaletê çi karî dike?"

Emîne Şenyaşar ku hevser û du zarokên wê ji aliyê xizmên wekîlê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl  Yildiz ve hatin kuştin, 55 roj in nobeda edaletê digire.

Emîne Şenyaşar li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrişa AKP'iyan bi birîndarî rizgar bû, nêzî 2 meh in li ber Edliyeya Rihayê daxwaza edaletê dike.

Malbatê wêneyê êrişa li ser ambûlansê ya di dema qetilkirina xizmên xwe de parve kir.

Di parvekirina li ser Twîtterê de wiha hate gotin, "Eger ambûlansa nexweşxaneyê dixin vê rewşê, wê demê mirov naxwaze li rewşa nava nexweşxaneyê bifikire. Bavê min bi peyatî diçe nexweşxaneyê. Bi lînçkirinê tê kuştin. Sê sal derbas dibe. Hîn jî kesek nehatiye girtin. Wezîrê Edaletê çi karî dike gelo?"