Malbata Şenyaşar: Rûyê AKP’yiyan tuneye ku derkevin nav gel

Ferît Şenyaşar ê ku li hemberî qetilkirina malbata xwe nobeta edaletê dabû destpêkirin got “Rûyê AKP’yiyan tuneye ku li Rihayê derkevin nav gel.”

Emîne Şenyaşar a ku li navçeya Pirsûsê ya Rihayê di 14’ê Hezîrana 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjîn û du kurên wê qetil kiribûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrîşê de birîndar bûbû di 9’ê Adara 2021’an de li pêşiya edliyeya Rihayê dest bi Nobeta Edaletê kiribû. Nobeta Edaletê di roja 616’an de didome.

Ferît Şenyaşar li pêşiya edliyeyê axivî û got “Ji ber ku di doza me de edalet pêk nehat, kesên li nexweşxaneya Pirsûsê qetlîam kirin, dîsa li Pirsûsê du kes qetil kirin. Parlementerê ku ev qetlîam organîze kir û pêk anî, gelo ji aliyê kê ve tê parastin? Heta ku AKP vî parlementerê xwe biparêze wê  dengan winda bike. Li Rihayê rûyê wan tuneye ku derkevin nav gel.”

Şenyaşar, bal kişand ser qonaxa dozê û got “Ev 4 sal in dozgerên Rihayê nikarin hesabê 2 ambûlansan bipirsin ên ku ketine halê êdî nayên bikaranîn. Lê gelek caran dest danîn pankarta me ya ku me daxwaza xwe ya edaletê li ser nivîsandibû. Li holê bêedaletî û bêhiqûqtiyeke mezin heye. Ez û dayîka xwe em her dem tên pêşiya edliyeyê. Pankarta me li pişt me daliqandiye. Daxwaza me edalet e. Şîara me ya 'Vê daxwaza edaletê wê rojekê ji her kesî re hewce be’ dewam dike. Heta edalet pêk were, em ê nobeta xwe bidomînin.”