Malbata Şenyaşar: Ev pergal mecbûrî hilweşandinê ye

Malbata Şenyaşar got, ''Pergala ne dadmend mecbûrî hilweşandinê ye.''

Malbata Şenyaşar ku ev 191 roj in li ber avahiya edliyaya Rihayê 'Nobeta Dadmendiyê'' digire îro jî dest bi nobetê kir. 

Yadê Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît bi dowîza bi nivîsa, ''Em tenê dadmendiyê dixwazin'' dest bi nobeta xwe ya roja 191'ê kirin.

Malbatê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ev peyam da: ''Bi tena serê xwe ew hêza me nîne ku em vê bêdadiya li ber dliyê rakin. Ev bêdadî di şexsê dayikê de li ser hemû civakê tÊ kirin. Wezîrê Dadê tenê dinere. Pergala ne dadmend mecbûrî hilweşandinê ye.''