Malbat û vasîsê Abdullah Ocalan serî li Serdozgeriyê dan

Malbat û vasîsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Mehmet Ocalan ê ku birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e yê ku li Girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de ye, tevî vasîsê wî Mazlûm Dînç û malbatên girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Alî Konar ê ku birayê Omer Hayrî Konar e, Polat Yildirim ê ku birayê Hamîlî Yildirim e û Melîhe Çetîn a ku xwişka Veysî Aktaş e jî serlêdan kirin.

Malbatan bi rêya Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serî li Midûriyeta Saziya Înfaza Ceza ya Girtîgeha Tîpa F a Ewlekariya Zêde ya Îmraliyê dan.

Piştî biryara redkirinê ya hakîmtiyê parêzeran astengkirina ‘bêhiqûqî’ ya serdana malbatan di 26’ê Gulanê de ragihandin ji Dadgeha Makeqanûnê.