Mafparêzên li Îzmîrê: Azadî ji bo Fîncanci!

Mafparêz û hiqûqnasan, girtina Seroka TTB’ê Şebnem Korûr Fîncanci protesto kir û gotin: “Bila dawî li bêhiqûqî û kêfiyetê bê û Fîncanci demildest bê berdan.”

Li Îzmîrê Malbatên 10’ê Cotmehê, Komeleya Lêkolîna Tenduristî û Polîtîkayan a Ata Soyer, Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Serdemê (ÇHD) ya Îzmîrê, Komeleya Înîsiyatîfa Mafan, Malên gel, Komeleya Pira Gelan, Îmece Der, Şaxê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îzmîrê, Komeleya Rojeva Mafên Mirovan (ÎHGD), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Civakê (KESK), Platforma Şaxên Îzmîrê, Şaxê Komeleya Hiqûqnasan a Ji bo Azadiyê (OHD) ya Îzmîrê, Şaxa Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê û Xizmeta Civakî (SES) û Nûneriya Îzmîrê ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ji bo protestokirina girtina Seroka Konseya Navenda Yekitiya Bijîjkên Tirk Şebnem Korûr Fîncanci, daxuyanî da çapemeniyê.

Di daxuyaniya ku li Alsancakê hat dayîn de, pankarta li ser “Azadî ji bo mirova zanyar, bijîjka baş û parêzkara mafên mirovan Şebnem Korûr Fîncanci, em ê bi heman hêvî û nefspiçûkiya çalakger li têkoşînê dewam bikin” nivîsandî, hat hildan û dirûşmeyên “Şebnem Korûr Fîncanci ne bi tenê ye”, “Mirov bi mafê xwe mirov e” û “Em xwe ker nakin, natirsin û îtaetê nakin” hatin berzkirin. Daxuyanî li ser navê komê ji aliyê Sekreterê Giştî yê TÎHV’ê Coşkûn Ustercî ve hat dayîn.

Ustercî diyar kir ku ew bi hêrs in û wiha got: “Erê, em, bi rastî jî pir bi hêrs in, ji ber ku Şebnem Korûr Fîncanci ders nade xwendkarên tibê, ji endamên nû yên bijîjk ên ciwan re şert û mercên etîk ên bijîşkiyê nabêje. Ji bo mafên bingehîn û pirsgirêkên din ên hevpîşeyên xwe, ji bo mafê tenduristiyê yê gelan wê tênekoşe. Wê weke Bosna li herêma Kalesîjayê, xebata otopsiyê ya yên ji gorên komî hatine derxistin neke, wê delîlên êşkenceyê kom neke. Bi salan weke ku li zanîngeh û di bin sîwana Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê de ji bo bihezaran kiriye, wê nekare tevkariyê di tedawîkirina kesên hatin êşkencekirin û pêvajoya wan a rehabîlîtasyonê bike. Her wiha wê nekare tev li Kongreya Zanistên Edlî yên Neteweyî ya 19’emîn û 3’yemîn a navneteweyî bibe. Erê, ev 6 roj in di nava çar dîwaran de tê girtin û em li ser navê zanist û hekîmtiya baş û têkoşîna mafên mirovan, bi hêrs dibin.”

‘BILA DAWÎ LI KÊFIYETÊ BÊ ANÎN’

Ustercî destnîşan kir ku tê xwestin ku azadiya derbirînê û rêxistinbûnê, kelecan û meraqa zanistî, şert û mercên hekîmtiya baş ên ku bingehê civakeke demokratîk ava dikin, bê tunekirin. Ustercî diyar kir ku tê xwestin ku têkoşîna mafên mirovan, aştî û demokrastiyê bixin bin zextê û wiha pê de çû: “Fîncanci divê demildest bê berdan. Mamosteya me ya rêzdar Şebnem Korûr Fîncanci weke ku helbestvan Cemal Sureya ji bo Emîl Galîp Sandalci gotiye: ‘Nameyek e ku ji mirovahiyê re hatiye şandin’. Mixabin nameyên bi vî awayî yên hêja kêm bi dest dikevin. Em qedirê wê bigirin. Lewma bila dawî li vê bêhiqûqî û kêfiyetê bê û Şebnem Korûr Fîncanci demildest bê berdan.”