'Mafê hêviyê divê bi cih bê anîn û mewzûat bê guhertin'

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren li ser dijberiya dewleta Tirk a li 'mafê hêviyê' yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan got, "Divê Tirkiye hem li gorî biryara li ser binpêkirinê tevbigere hem jî mewzûatê biguherîne."

Dewleta Tirk di plana çalakiyê de ku têkildarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêşkêşî Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê (KWKE) kir, careke din bicihanîna 'mafê hêviyê' red kir.

Serokê Baroya Amedê Nahît Eren wateya mafê hêviyê ji ANF'ê re nirxand. Eren bi bîr xist ku dewleta Tirk di sala 1999'an de biryara îdamê li dijî Abdullah Ocalan da, di sala 2000'î de biryar vekişand, cezayê kuştinê ji destûra bingehîn derxist û li şûna îdamê cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî bi cih kir. Eren bi bîr xist, ji ber ku cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê tê wateya mayina li girtîgehê ya heta dawiya emrê xwe, Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) di sala 2003'an de ev sîstema ceza qebûl nekir û diyar kir ku DMME'yê ragihand ev ceza li dijî Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) ye.

DIVÊ MEWZÛATA QANÛNÎ BÊ GUHERTIN

Eren anî ziman ku DMME'yê biryar da ku nabe kesek heta dawiya emrê xwe li girtîgehê bê hiştin û got, "Ya rast piştî vê biryara DMME'yê diviyabû Tirkiyeyê mewzûata xwe ya qanûnî li gorî vê yekê nû bikira. Lê belê hîn jî di vê mijarê de mewzûata xwe lêkolîn nekir û cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê di pratîkê de bi cih tîne. Beriya demeke nêz bi navê Baroya Amedê me serî li Konseya Ewropayê dan. Di mijara bicihanîna biryarên DMME'yê de, Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê mekanîzmaneyeke kontrolkirinê dimeşîne."

SALÊN DAWÎ BIRYARÊN DMME'YÊ BI CIH NAYÊN ANÎN

Eren ragihand ku di nava şert û mercên asayî de Tirkiye divê li gorî biryarên DMME û KWKE'yê guhertinên qanûnî bike, mewzûata xwe li gorî vê yekê biguherîne û got, "Lê belê Tirkiye bi taybetî salên dawî li gorî biryarên DMME'yê tevnagere. Çi di doza Demîrtaş de çi jî di biryarên têkildarî Kavala de rewş bi heman rengî ye. Tirkiye di mijareke binpêkirina mafên mirovan de neçar e ku mewzûata xwe li gorî wê biguherîne. Guhertina mewzûatê li aliyekî mixabin Tirkiye ji aliyê şexsî ve jî li gorî biryaran tevnagere."

KIRYARÊN XERAB Û ÎZOLASYON

Eren got, "Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlekariya Bilind a Îmraliyê, nirxandina mafê hêviyê li aliyekî bi salan e destûr nayê dayin ku parêzer û malbat hevdîtinê bikin." Nahît Eren bi dewamî got, "Hevdîtina mirovên li vê derê têne girtin, tê astengkirin. Ev hemû kiryarên xerab e. Yanî îzolasyon heye, ji têkiliyên civakî têne qutkirin. Ji malbata xwe têne qutkirin, hevdîtinên bi parêzeran re ku mafê herî bingehîn e timî bi hincetên cuda têne astengkirin."