Macron: Di mijara 'terorîzmê' de bi Tirkiyeyê re li hev nayê kirin

Serokkomarê Fransayê Emmanûel Macron destnîşan kir ku di mijara 'pênasekirina terorîzmê' de nepêkane ku bi Tirkiyeyê re li hev bikin.

Emmanûel Macron li Londonê piştî civîna bilind a NATO'yê daxuyaniyeke çapemeniyê kir û destnîşan kir ku di pênasekirina terorîzmê de nepêkane ku ew û Tirkiye li hev bikin û red kir ku YPG weke 'komeke terorîst' bê pênasekirin.

Macron got, "Ez konsensuseke di pênasekirina terorîzmê de pêkan nabînim." Serokkomarê Fransayê piştî civîna çar alî ya navbera Tirkiye, Fransa, Elmanya û Qraliyeta Yekbûyî axivî û got, "Em bi rengekî kolektîf qebûl dikin ku di vê mijarê de lihevkirin nîne."

Macron got, "Tirkiyeyê soza xwe ya di têkoşîna dijî DAÎŞ'ê de bi rengekî eşkere destnîşan kir. Li hemberî vê yekê jî eşkere ye ku em ne alîgir in ku (YPG û PYD) weke komeke terorîst pênase bikin."

Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan beriya civîna bilind a NATO'yê şantaj kir ku YPG û PYD weke 'komeke terorîst' bê pênasekirin û gef xwaribû ku wê danezana encamê ya NATO'yê îmze neke. Lê belê Tirkiyeyê di civîna bilind de danezana encamê îmze kir.

Li gel lihevnekirina navbera Fransa, Tirkiye û DYE'yê, di danezana hate qebûlkirin de yekemcar Çîn weke 'gefekê' hate qebûlkirin. Di danezana encamê de "piştevanî û yekîtî û ahengî" hatin destnîşankirin.

Macron beriya civîna bilind gotibû, "NATO ji aliyê mejî ve miriye" û vê gotina wî mohra xwe li civîna bilind xist. Macron ji ber dagirkeriya rejîma Tirk a li Rojava bi rengekî tund NATO rexne kiribû. Macron her wiha di daxuyaniya xwe de ya li Londonê destnîşan kir ku dewleta Tirk hevkariyê bi hêzên tund ên nêzî çeteyên DAÎŞ'ê re dike. Macron got, "Dema ku li Tirkiyeyê dinerim vê yekê dibînim: Niha li dijî yên bi me re dixebitin şer dikin. Di heman demê de bi komên pêwendiya xwe bi DAÎŞ'ê re hene kar dike."