MÎT û PDK êşkenceyê li kesên li Hewlêrê hatin destgîrkirin dikin

Der barê bûyera li Hewlêrê ku wezîfedarê Serkonsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê Osman Kose û du kes hatin kuştin, gelek kes hatibûn destgîrkirin. Tê gotin ku PDK û MÎT bi hev re êşkenceyê li kesên hatine destgîrkirin dikin.

Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê di 17'ê Tîrmehê de li restoranteke bi navê Huqqabaz a li Emapir Tower wezîfedarê Serkonsolosxaneya Tirk a li Hewlêrê Osman Kose û du kes hatibûn kuştin.

Der barê bûyerê de kesên bi navê Mazlûm Dag, Mûhammed Beşîksîz ên ji Bakurê Kurdistanê û kesekî din hatin destgîrkirin. Hate ragihandin, ji bo Dag, Beşîksîz û kesê sêyemîn îfadeya ku berê hatiye amadekirin îmze bikin êşkence li wan tê kirin.

KOSE WEKE WEZÎFEDARÊ SERKONSOLOSXANEYA HEWLÊRÊ HATE NÎŞANDAN!

Li gorî agahiyan Kose Berpirsyarê Maseya Îranê yê MÎT'ê bû û piştre ew li Maseya Başûrê Kurdistanê hatiye wezîfedarkirin. Tê gotin, heyeteke ji MÎT'ê ku alîkarê musteşarê MÎT'ê Hakan Fîdan jî di nav de bû tevî endamên 'Parastinê' êşkence li Dag û Beşîksîz kirine.

BI HEV RE ÊŞKENCE KIRIN

Endamekî Asayîşê ku nexwest navê xwe eşkere bike, diyar kir ku hewl hatiye dayin ku Kose weke wezîfedarekî ji rêzê bê nîşandan, lê belê ew Berpirsyarê Maseya Başûrê Kurdistanê yê MÎT'ê bû.

Endamê Asayîşê diyar kir, êşkenceyeke giran li Dag, Beşîksîz û kesê bi wan re hatiye destgîrkirin hatiye kirin û got, MÎT û 'Parastinê' bi hev re lêpirsîn kirine.

PIŞTÎ KU ÎFADE ÎMZE KIRIN DIBE KU RADESTÎ TIRKIYEYÊ BÊN KIRIN

Heman çavkanî ragihand, hewl tê dayin ku bi rêya êşkenceyê îfadeya beriya niha hatiye amadekirin bi wan bidin îmzekirin û diyar kir, Dag û yên pê re heta niha sûcdariyên ku li wan tên kirin qebûl nekirine.

DI 17'Ê TÎRMEHÊ DE DÎMENEKÎ DAG NÎNE

Tevî ku li restoranta bi navê Huqqabaz a ku bûyer lê qewimî û derdora wê gelek kamera hene, balkêş e ku heta niha dîmenekî Dag û Beşîksîz nîne. Heta niha tenê wêneyekî Dag ê nediyar tê weşandin ku nediyar e li ku hatiye kişandin.

EFSERÊN TIRK BI KINCÊN PÊŞMERGEYAN LI KOLANÊN HEWLÊRÊ KONTROLÊ DIKIN

Komeke ji 18 kesan a MÎT'ê ku alîkarê Hakan Fîdan jî di nav de ye û tîmên taybet ên Tirk ji bo lêpirsîna bûyerê Hewlêr kirine mîna baregeheke Tirk. Efserên Tirk li gelek tax û kolanên Hewlêrê bi kincên Pêşmerge û Asayîşa Hewlêrê kontrolê dikin.