Lotûs: Êrîşa li dijî şehîdgehan wê bêbersiv nemîne

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs diyar kir, êrîşa li dijî goristanên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê wê bêbersiv nemîne.

Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs êrîşên hêzên Tirk ên li dijî goristanên şehîdan nirxand. Lotûs bal kişand ser êrîşa dawî ya li dijî şehîdgeha li Licê û got, "Di roja pîroz a Cejna Qurbanê de êrîşa li dijî şehîdgehê tê wateya êrîşa li dijî manewiyata Kurdan."

Lotûs bi bîr xist ku di nava ti ol, bawerî û îdeolojiyê de cihê vê kiryara li dijî mirovahiyê nîne û got, "Êrîşa li dijî goristanê mînakeke xwe ya din nîne. Ya ku ev yek kir DAÎŞ bû û ji aliyê mirovahiyê ve hate mehkûmkirin. Ya ku xwedî heman zîhniyetê ye dewleta Tirk a bi rêveberiya AKP-MHP'ê ye. Êrîşa li dijî şehîdgehan nîşan dide ku xwedî heman xetê ne."

Lotûs anî ziman ku ti gel bêyî nirxên xwe yên manewî nikare bijî û destnîşan kir ku divê gelê Kurd xwedî li gorên zarokên xwe derkeve. Lotûs got, "Gelê Amedê yê berxwedêr tevî ku berdêlên giran pêşkêş kiriye ti carî serê xwe li ber zaliman netewandiye, dest ji welatparêziyê û rûmeta neteweyî bernedaye." Lotûs destnîşan kir ku gelê Kurd bi jin, ciwan û mezinên xwe wê li dijî van êrîşên hovane bêdeng nemîne û bersiva pêwîst pêşkêşî dijmin bike.