Ligel ku cezayê wî qediyaye, cara duyemîn e berdana Kadîr Karabak tê astengkirin
Girtiyê siyasî Kadîr Karabak ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye, ligel ku cezayê wî qediyaye bû cara duyemî ku berdana wî 3 mehan hate taloqkirin.
Girtiyê siyasî Kadîr Karabak ê ku li Girtîgeha Tekîrdagê girtî ye, ligel ku cezayê wî qediyaye bû cara duyemî ku berdana wî 3 mehan hate taloqkirin.
Girtiyê siyasî Kadîr Karabak ê ku li Girtîgeha Tîpa F a Nimreya 2’an a Tekîrdagê girtî ye, bi hinceta ku name ji rojnameya Gelecekê re nivîsandiye û ji ber zarokên wî yên 6 û 9 salî slogan berz kirine, berdana wî sê mehan hate taloqkirin.
Hevjîna wî Eylul Karabak, parlementerê HDP’ê Mûsa Pîroglû û nûnerê Partîzanê Metîn Ozken li ÎHD’a Şaxa Stenbolê daxuyanî dan û xwestin Kadîr Karabak were berdan.