Li Yukselê 6 kes hatin binçavkirin

Polîsan di roja 403’an de mudaxeleyî çalakiya Kolana Yukselê kir û li vê derê 6 çalakvan binçav kir.

Çalakiya greva birçîbûnê ya Nuriye Gulmen û Semîh Ozakça ket roja 283’an û çalakiya piştgiriyê ya kedkaran jî ya bi navê “Em karê xwe dixwazin” di roja 403’an de didome. Koma ji kedkaran pêk tê, xwestin li ber Abîdeya Mafê Mirovan a li Kolana Yukselê çalakiyê li dar bixin. Polîsan destûr neda çalakvanan. Li ser vê yekê çalakger li Kolana Konurê li hev kom bûn û pankartên xwe vekirin û dest bi berzkirina sloganan kirin. Bi destpêkirina çalakiyê re polîsan mudaxele kir û pankartên çalakvanan çirandin.

Ji çalakvanan Alev Şahîn, Îlker Işik, Sîmge Aksam, Perîhan Pûlat, Mehmet Dersûlû û Dervîş Lermî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin.