Li Wanê qeyyûm zarokên xwe dixin kar

Li Wanê qeyyûmê Tûşbayê Salîh Akman 4 keçên xwe di şaredarî û saziyên dewletê de xiste kar.

Salîh Akman ê ku ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve wekî 'Şaredarê Tûşbayê' hatibû tayînkirin, beriya niha 3 keçên xwe di saziyên dewletê de xistibû kar. Salîh Akman vê carê keça xwe Zeynep Akman jî li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku qeyyûm li ser e, xist kar. Rûveyda Ozgokçeya a ku keça şaredarê berê yê Tûşbayê Fevzî Ozgokçe bû jî li Şaredariya Bajarê Mezin kete kar.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di Hilbijartina Herêmî ya 31’ê Adara 2019’an de Şaredariya Tûşbayê bi dest xistibûn, lê namzetê wê bi hinceta ku di Biryarnameya di Hukmê Qanûnê de berê ji karê xwe hatiye dûrxistin, ji aliyê Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ve nehat qebûlkirin. Li şûna wê, Salîh Akman ê AKP'yî wekî qeyyûm li ser şaredariyê hatibû wezîfedarkirin.

Akman berê jî xwarziyê xwe Sînan Koçak û biraziyê xwe Azîz Akman di şaredariyê de xistibû kar. Akman 7 xizmên xwe jî di beşên cihê yên şaredariyê de xiste kar û keçeke xwe li Zanîngeha Yuzuncu Yilê, keçeke xwe li şaredariya Artemêtê û keça xwe Banû Akman jî li Vaskiyê xistibû kar.