Li Wanê esnafê ku gotî, ''Evder Kurdsitan e'' hate destgîrkirin

Esnaf Hacî Tûnc, ku dema Serokê Partiya Guherîna Tirkiyê (TDPP) Mustafa Sarigul serdana Wanê kirî, gotibû,''Evder Kurdistan e'', hate destgîrkirin.

Dema ku Sarigul li Rêya Armûşê ya Wanê serdana esnafan dikir, esnaf Hacî Tûnç got, ''Ziman çendî hebe mirov ew çend şad e. Çanda rojhilat pir cihê ye. Em rojhilat ji bîr nekin. Hevalekî me li Sêrtê got, ''Evder Kurdistan e''. Beriya bi hezar, du hezaran salan evder Kurdistan bû. Dîsa jî wê Kurdistan be. Em li dijî vê ranebin. Ê ku em çêkirin Xwedê ye. Xwedê bi Kurdî, Tirkî, Erebî û Ingilizî jî dizane.''

Sarigul jî got, ''Li ser xaka Komara Tirkiyê her kes nîjada xwe ,raman xwe bi azadî dijî.''

Piştî ku Sarigul ji sûkê çû, polîsan bi ser kargeha Tûnç de girt û ew destgîr kirin.

Beriya niha bi mehekê jî dema ku Seroka Partiya ÎYÎ Meral Akşener serdana Sêrtê kiribû, Cemîl Taşkesen ê esnaf gotibû, ''Evder Kurdistan e'' û ew Taşkesen jî hatibû destgîkirin.