Li Wanê êşkence li girtiyan dikin: Wê me bikujin

Girtî Veysî Bayat got zext û zordariya li ser wan di asta êşkenceyê de ye û got, ''Heke wiha bidomînin wê me bikujin.''

Li Girtîgeha Girtî ya bi Ewlehiya Jidiyayî ya Wanê zext û zordariya li ser girtiyan her ku diçe zêde dibe. Agahiyên ku girtî didin nîşan dide ku zext û zordarî bi asta êşkenceyê ne.

Ji girtiyan Veysî Bayat bi telefonê bi malbata xwe re axivî, diyar kir ku tehde li wan tê kirin û di halekî wiha de ye ku nikare biaxiv.

Abdullah Bayat, bavê girtî diyar kir kurê wî bi zorê diaxivî.

Bayat got, ''Qerdiyanan êrîş biriye ser kurê min. Bi zorê radibe û li ser piyan disekine. Her êvar saet 20:00'an qerdiyan bi ser koxuşan de digirtin û tundiyê li ser wan dikin. Kurê min got, ''Bi rengekî kuştinê êşkence li me kirin. Heke wiha bidome wê me bikujin.'' Got êdî ew miriye. Bi heftiyan e êşkence li wan tê kirin û her êvar wan dibin odeyekê û êşkenceyê li wan dikin.''

Bayat diyar kir girtiyên siyasî dikin hedef û wiha domand: ''Kurê min got piştî ku midûrê girtîgehê guheriye êşkenceyê deset pê kiriye û zêdetir bûye. Nikarîbû biaxive û dema ku diaxivî pir zor lê dibû. Digot, ''xwe li xwe nagirim''. Nebirine nexweşxanê jî. Digot, ''wê me bikujin''.  Ma ev ne zilm e? Qey ji vê meztir zilm heye?''