Li Tirkiyeyê meaş di bin sînorê birçîbûnê de ye

Ligel ku meaşê karmend û teqawitbûyiyan hate zêdekirin jî meaş di binê sînorê birçîbûnê de ye.

Li gorî TUÎK’ê enflasyon di meha Hezîranê de mehane bû ji sedî 4,95 û salane jî bû ji sedî 78,6. ENAGê jî enflasyona salane wekî ji sedî 175,5 ragihand.  Li gorî hejmarên TUÎK’ê ferqa ji ber enflasyonê jî nikare meaşan derxe ser sînorê birçîbûnê.

Hevserokê KESK’ê Mehmet Bozgeyîk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku hejmarên TUÎK’ê dûrî rastiyê ne û got “Enflasyona li bazarê hejmarên TUÎK’ê sê kat çar kat derbas dike.  Dema em li enflasyona xurekan dinihêrin, ji sedî 93 e, ya veguheztinê jî ji sedî 23 derbas kiriye. Îro karmendek 6750 lîrayê Tirk distîne kesên teqawit bûne jî 4600 lîrayê Tirk. Ev meaş jixwe di bin sînorê birçîbûnê de ye. Em KESK dixwazin ku meaşê karmendan derkeve ser sînorê hejariyê.”