NÛ BÛ-Li tevayî Ewropa ji bo Ocalan çalakiyên grevên birçîbûnê

Li gelek bajarên Ewropayê li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan grevên birçîbûnê destpê kir. Li Parîs, Bern, Darmstadt û Frankfûrtê grevên birçîbûnê hatin destpêkirin.

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd ên girêdayî KCDK-E yê li Ewropayê di navbera dîrokên 6-21’ê Kanûnê de grevên birçîbûnê dan destpêkirin.

PARÎS

Bi beşdarbûna Hevserokatiya Civaka Demokratîk a Kurd ya Fransa (CDK-F), endamên Navendên Civaka Demokartîk a Kurd ya Parîs û yên derdora wê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) heta 21’ê Kanûnê greva birçîbûnê ya girseyî destpê kir.

Greva birçîbûnê li metroya Strasboûrg Sanît Denîs a Parîsê seat 13:00’an bi daxuyaniya çapemeniyê destpê kir.

Çalakgeran cilên ku li ser nivîsa ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ li xwe kirin û li ser navê çalakgeran berdevka TJK-F Berîvan Firat, Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol, endamê rêveberiya KCDK-E Mûrat Ceylan û hevseroka komeleya Pîr Sûltan Abdal a Parîsê Husniye Kuçukkeleş axivîn.

Mûrat Ceylan wiha got; “Tevî DYA, CPT û DMME’yê felsefeya Serok Apo belavî hemû cîhanê dibe. Heta ku tecrîda giran a li ser Serok Apo bi dawî nebe wê berxwedana gelê Kurd bidome.”

Hevserokê CDK-F Vedat Bîngol wiha got; “Çalakî wê di navbera 6-21’ê Kanûnê de serî de li Parîs û li tevayî Fransayê wê bi girseyî bidomin û divê gelê Kurd di vê mijarê de bi hestiyar bin.”

Berdevka TJK-F Firat bi zimanê Fransî axivî û balkişand li ser êrîş û zextên rejîma Tirkiyeyê. Firat diyar kir ku ew ê bersiva herî xurt bidin tecrîdê.

Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Idirê Mehmet EmÎn Adiyaman û serokê berê yê şaredariya Îpekyolû ya Wanê Veysel Keser jî beşdarî greva birçîbûnê ya 51 kesan a li NCDK-Parîs bûn û piştgirî dan çalakiyê.

BERN

Li paytexta Swîsre Bernê jî bi heman armanê greva birçîbûnê ya bi dem û dorveger destpê kir. Greva birçîbûnê li pêşiya Parlamentoya Netewî ya Bernê bi daxuyaniya çapemeniyê hate ragihandin. Greva birçîbûnê wê heta 22’ê Kanûnê bidome. Ji 7 herêmên Swîsreyê nêzî 35 kes beşdarî greva birçîbûnê bûne û grev wê 5 rojan bi dorveger bidome. Greva birçîbûnê wê 22’ê Kanûnê bi meş û mîtîngekê bi dawî bibe.

DARMSTADT

Greva birçîbûnê ya li Lûîsenplatz a bajarê Darmstadt ê Elmanyayê di roja 2’emîn de didome. Greva birçîbûnê ya li vî bajarî roja Pêncşemê (Duh) hatibû destpêkirin.

FRANKFÛRT

Kurdistanî û dostên wan ên li Frankfûrt û derdora wê dijîn greva birçîbûnê dan destpêkirin.Greva birçîbûnê îro seat 12:30’an li Qada Haûptwache ya Frankfûrtê bi daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Bi dehan Kurdistanî û dostên Wan ên li bajarê Frankfûrt, Gîssen, Maînz, Offenbach, Hanaû û Russelsheîmê dijîn beşdarî greva birçîbûnê bûn.

HAMBÛRG

Ji bajarên Hambûrg, Bremen, Kîel û Oderbûrgê li Komeleya Hambûrgê 30 kesan dest bi çalakiya greva birçbîbûnê kirin. Di çalakiyê de Hevserokê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer, Hevseroka Şaredariya Cizîrê ya hatî xestpkirin Leyla Îmret û dîsa jî Hevşaredarê Kerboranê yê hatî xespkirin Bûrhan Kocaman jî weke xiseker amade bûn. Çalakî wê heta 21’ê mehê her sê rojan bi dorveger wê dom bike.

KOLN

Li bajarê Koln ê Elmanyayê jî greva birçîbûnê destpê kir. Çalakiya li pêşiya Dêra Dom a Dîrokî hate kirin, gelek nûnerên sazî û kes tevlî bûn. Raya giştî ya Elman û akademîsyenan jî destek dan çalakiyê.

Komîteya Amadekar banga tevlîbûna çalakiyê kir. Di daxuyaniya çalakiyê de hate kirin ev tişt hate gotin: “Em di demekî herî nêz ê serketin û windakirinê de ne, ji bo serketinê divê têkoşîn bê xurtkirin. Divê her kes xwedî li Birêz Ocalan derbikeve.”