Li taxa Gaziyê xefika fuhûşê

Li taxên Gazî û Nûrtepe ku bêhtir Kurd û Elewî lê dijîn, ji bo têkbirina civakê, dewleta Tirk xefikên fuhûşê ava dike.

Bi beralîkirin an jî bi destûra dewletê sektora fuhûşê bi taybet Kurd û Elewiyan dike hedef.

Li taxên Gazî û Nûrtepe ku em ji bo nûçeya li ser zêdebûna fuhûşê çûn, şeniyên taxê ku ji ber tirsa çete û polîsan nexwestin navê xwe eşkere bikin bûyerên qewimiyî vegotin. Hate ragihandin ku li her du taxan jî li gel rêbazên heman, li gorî cudabûna taxan rêbazên cuda jî tên ceribandin.

Şeniyekî ku bi salan e li Nûrtepeyê dikandariyê dike, diyar kir ku li dijî zextên çeteyan gelek caran serî li polîsan dane, lê polîs bi tu awayî tiştek nekiriye. Dikandar destnîşan kir ku beriya fihûşê li taxê firotina tiryakê zêde bû. Her wiha destnîşan kir ku beriya çend salan hewl dane tiryakê bi navê ‘bonzaî’ li taxê bifiroşînin, lê şoreşger û welatparêzên li taxê ev tişt asteng kirine. Dikandaran diyar kir ku tiryakê bi navê ‘metanfetamîn’ êdî li ser kolan û dikanan tê firotin. Li gorî vegotinên şeniyên taxê, çeteyan bi rêya dostanî û pereyan nêzî kêsên xizan û ciwanan dibin. Çeteyan ji bo demeke bêyî ku tiştekî werbigirin tiryak didan ciwanan. Jinên ciwan ku fêrî tiryarkê dibin, ji bo pereya tiryakê ber bi fuhûşê ve dibin.

Li Taxa Gaziyê bi taybet malbatên şoreşger û welatparêzan dikin hedef. Yan hewl didin bi xebatên sixûriyê yên polîsan jinan bixin an jî bi hinceta alîkariyê nêzî kesên ku zehmetiyên aboriyê dikişînin, dibin. Di vê pêvajoyê de jinên ku dikevin xefikê bi çete û polîsan re dikevin têkiliyekî ‘hestiyar’. Di vê pêvajoyê de jinên ku bi çete û polîsan re têkiliyên hestiyar dijîn, tên tecawizkirin û piştre bi rêya dîmenan jinan dixin bin kontrola xwe. Jinên ku rastî destavêtin û destdirêjiyê tên bi tirsa belavbûna dîmenan, dikevin sektora fuhûşê.

Ji bilî van, malbatên girtiyan jî dibin hedef. Torê ku di nav de cerdevan jî hene, bi malbatên girtiyên ku demek dirêj di girtîgehê de ye û bi cezayên giran tên darizandin re dikevin têkiliyê. Ew kes xwe weke parêzer didin nasîn û soz didin ku wê girtî werin berdan. Ew kesên ku hevdîtinan di li lobiyên otêlan de pêk tînin, bi dizîkî wêneyên hevdîtinan digirin û piştre şantajê li jinan dikin û hewl didin jinan ber bi fuhûşê ve bibin.

Şeniyên taxê diyar kirin ku beraliyên li hemberî jinên Kurd, polîtîkaya dewletê ye û destnîşan kir ku xefikên fuhûşê bi alîkariya polîsan tên kirin. Çeteyan bi taybet Daristana Kent ya nêzî taxa Gaziyê û qada daristan ya li nêzî gundê Cebecî ji bo fuhûşê bi kar tînin.