Li Sydney, Toronto û Toûloûse xwepêşandanên 1'ê Gulanê

Li bajarê Sydney ê Awûstralyayê, li bajarê Toronto yê Kanadayê û bajarê Toûloûse yê Fransayê Kurd tevlî meşên 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran bûn.

Di Cejna Karker û Kedkaran de li Sydneyê bi hezaran kes meşiyan. Çalakî li qada Prince Alfredê pêk hat û gelek komên çepgir, anarşîst, sendîka, rêxistinên ekolojiyê û rêxistinên jinan tevlî bûn.

Kurdên li bajêr jî bi banga Meclîsa Gelê Kurd tevlî meş û mîtînga 1'ê Gulanê bûn.

Di meşê de Kurdan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên tevgera jinê hildan. Di meşê de tim û tim dirûşmên ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin qîrîn.

Li bajarê Toronto yê Kanadayê jî bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd li navenda bajêr meşek hate lidarxistin, faşîzma dewleta Tirk hate şermezarkirin û 1'ê Gulanê Cejna Karkeran hate pîrozkirin.

Meşa ku ji qada Bloorê dest pê kir heta qada Dundasê du saetan dewam kir.

Di meşê de afîşên bi nivîsa "Ji bo rawestandina êrişên dewleta Tirk ên li ser Kurdan bes bêdeng bimîne", "Bijî 1'ê Gulanê" û "Şehîd Sînan Dersim", her wiha alên PKK, YPG û HDP'ê hatin hildan.

Di çalakiyê de tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexten li ser HDP'ê hatin şermezarkirin.

TOÛLOÛSE

Li bajarê Toûloûse yê Fransayê, 1'ê Gulanê Cejna Karker û Kedkaran ji aliyê gelek sendîka û partiya çep ve hate pîrozkirin.

Kurd jî tevlî çalakiya 1'ê Gulanê bûn û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk şermezar kirin. Pîrozbahiya 1'ê Gulanê bi gerandina govendê û qîrîna dirûşman bi dawî bû.