Li Swîsreyê bi hezaran kes daketin qadan: Ji Ocalan re azadî

Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn bi daxwaza azadiya Ocalan çalakiyên lidar dixin, her roja diçe geş û belav dibin.

Li Zurihê bi tevlîbûna hezaran kesan meşek hate lidarxistin. Di meşê de hate diyarkirin ku tecrîda girankirî ya li ser Ocalan nayê qebûlkirin, anîn ziman ku tenduristiya Ocalan ji bo gelê Kurd sedema şer e.

Kurdistanî û dostên wan ên li Swîsreyê dijîn bi armanca balê bikişîn ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û azadiya wî her ku diçe çalakiyên tên lidarxistin xurt û belav dibin. Kurdistaniyên ku ev hefteyeke bi çalakiyên cuda daketin qadan daxwaza azadiya fîzîkî ya Ocalan dikin îro jî li bajarên Zurih, Cinêv, Bern û St.Gallen ê Swîsreyê bi çalakiyên berfireh ên lidar xistin re daxwaza azadiya Ocalan qîr kirin.

LI ZURIHÊ BI HEZARAN KES MEŞIYAN

Bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ên li Helvetîalatz a Zurîhê kom bûn bi dirûşa “Ji Ocalan re azadî” û “Ji Kurdistanê re statû” meş û mîtîngek hate lidarxitin.

Dema li Helvetîaplatz pankarta “Ji Ocalan re azadî û ji Kurdistanê re statû” hate daliqandin, bi hezaran kesên kom bûn ji navenda bajêr bi qasî 3 km meşek lidar xistin. Di tevahiya meşê de li gel hildana posterên Ocalan alên PKK’ê, KCK’ê, YPG’ê û YPJ’ê hatin hildan û dirûşmên “Ji Ocalan re azadî”, “Bijî Serok Apo”, “Cîhanek bê Ocalan em ê di serê we de hilweşînin”, “Terorîst Tirkiye” û “Kujer Erdogan” hatin qîrkirin. Dîsa di tevahî meşê de balon bi wêneyên Ocalan ve hatin girêdan û li esmanê Zurhê hatin bilindkirin.

Di meşa hejmara jin û ciwanan tê de zêde bû, nerazîbûnên tund nîşanî tecrîda li ser Ocalan da, bi yek dengî bi dirûşmên “Ji Ocalan re azadî” deng li nava bajêr vedan.

Dema meş destpê kir, komek faşîst bi alên Tirkan û wesayîtan xwestin êrîşî gel bikin lê ji aliyê ewlekariyê ve hatin astengkirin, Kurdistaniyên nerazîbûn nîşanî bûyerê dan û rexne li polîsan kir ku bi qasî pêwîst ewlekarî negirtine.

Piştî meşê û şûnde li Helvetîaplatz mîtîngek hate lidarxistin. Di axaftinên li seranên Navenda Civaka Kurdisaniyên Demokratîk a Swîsre, Ciwanên Azad, HDK-Ewropa hatin kirin de bal hate kişandina ser tecrîda Ocalan, diyar kirin ji bo azadiya Ocalan divê li her qadê çalakî bên lidarxistin.

Di axaftinan de hate destnîşankirin ku bi tecrîda girankirî ya di kesayeta Ocalan de tê kirin tê wateya li ser gelên Rojhilata Navîn e. Hat diyarkirin ku ji bo azadiya Ocalan a weke vîna 40 milyon Kurd e, wê çalakiyên xwe dewam bikin.

Piştî axaftinên di mîtîngê de hatin kirin û şûnde bi qîrkirina dirûşman mîtîng bi dawî bû.

LI ST. GALLEN PIŞTGIRIYA ENTERNASYONAL

Kurdistaniyên li bajarê St. Gallen a Swîsreyê bi armenca balê bikişînin ser tecîda girankirî ya li ser Ocalan li navenda bajarê bi boneya Rija Aştiyê ya Cîhanê di pêşengtiya rêxistinên Swîsreyî beşdarî meş û aktivîteyan bûn. Li gel patiyên siyasî yên Swîsre gelek komên sosyalîst ên çep û bedariya STK’ê meş ji parka St. Leonard destpê kir.

Kurdistaniyên di meşê de bi reng û posterên Ocalan beşdar bûn, di meşê de bi dirûşman azadiya Ocalan xwestin. Her wiha komên sosyalîstên çep ên Swîsreyê jî bi dirûşmên qîr dikirin û pankarên vekirîn xwestin dîktatoriya Erdogan bidin rawestandin.

Piştî meşa hate lidarxistin mîtîngek li Gurînîngerplatz hate lidarxistin. Di axaftinên li ser navê rêxistinên Swîsreyê hatin kirin de, têkoşîna li Kurdistanê li dijî DAIŞ’ê tê kirin hate silavkirin, di serî de daxwaz jî Swîsre û hem hêzn navnetweyî kirin ku firotina çekan a bi Tirkiyeyê re bidin rawestandin.

Di axaftinên li ser navê DEM-KURD’ê hate kirin de jî, bal kişandin ser tecrîda girankirî ya li ser Ocalan û ji bo azadiya Ocalan di vê piştgiriya enternasyonalîstan bê xurtkirin û mezinkirin.

LI BERNÊ BI TÛRA TRANVAYÊ AZADIYA OCALAN HATE XWESTIN

Kurdistaniyên li Bernê dijî ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan û azadiya Ocalan bi tranvayê li nava bajrê tûr geriyan.

Kurdistaniyên bi rengê xwe û posterên Ocalan li rawestgeha tranvay a Saalî kom bûn, li tranvaya ku swar bûn bi pankartên azadiya Ocalan û afîşan xemilandin. Di tevahiya tûra nava bajêr bi qasî 2 saetan dom kir de, Kurdistaniyên ku çalakî lidar xistin welatiyên Swîsreyî eleqeyek mezin nîşandan û bi çepikan destek kirin.

CINÊV

Kurdistanî û dostên wan ên li Cinêv dijîn bi boneya Roja 2. Cîhanê ya Çalakiya Heskîfê li pêşiya Neteweyên Yekbûyî (NY) kom bûn.

Çalakiya ku bi dehan Kurdistanî beşdar bû, bal kişandin ser hilbweşandina mîrasê mirvahiyê Heskîf û Sûrê ya ji aliyê dewleta Tirk ve û tecrîda li ser Ocalan. Di axaftinên çalakiya bi qasî 3 saetan dom kir de, polîtîkayên tinekirinê yên dewleta Tirk a li ser Sûr û Heskîfê hatin vegotin, daxwaz ji NY’yê hate kirin ku bi lezgîn bikevin nava tevgerê.