Li Swêdê kampanyaya ji bo mexdûrên erdhejê didome

Kurdistaniyên ku li Swedê dijîn, kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdheja li Rojhilatê Kurdistanê dayîn destpêkirin, didome.

Piştî erdhejê Roja Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanê kampanyaya alîkariyê ji bo mexdûrên erdhejê dabûn despêkirin û di qonaxa destpêkê de 150 hezar Euro yê ku hatî komkirin, ji bo mexdûrên erdhejê hate şandin.

Her du desteyên alîkariyê di rojên derbasbûyî de qonaxa duyemîn a alîkariyê dan destpêkirin. Bi rêya medyaya civakî bang li Kurdistanî û dostên wan hate kirin ku pereyê ji bo xwarina nîvro a roja 24’ê Mijdarê ji bo mexdûrên erdhejê bibexşînin. Heta niha nêzîkî 350 kesan ragihandin ku wê beşdarî kampanyayê bibin.

Serokê Roja Sor a Kurdistanê ya Swedê Şehmûz Akan diyar kir ku lez dane xebatên kampanyaya alîkariyê ya ji bo mexdûrên erdheja Rojhilatê Kurdistanê û ragihand ku Kurdistanî û welatiyên Swêdê jî piştgiriyê didin kampanyaya alîkariyê.

Akan bibîrxist ku di erdhejê de bi sedan Kurdistanî jiyana xwe ji dest dan û bi hezaran jî birîndar bûn û wiha got; “Hilweşîn û êşa me mezin e. Ji bo alîkariya bi gelê me yê di erdhejê de ziyan dîtî, hemû gelê Kurd ê ku li Swêdê diçin û dostên wan divî seferber bibin”.

Akan bal kişand li ser alîkariya ku ji aliyê hinek şexs û komeleyan ve tê komkirin û wiha doman; “Em nizanînin ku ev alîkariya tê komkirin digihe cihê xwe yan ne. Ji ber wê sedemê em dixwazin ku hemû Kurdistanî û dostên wan alîkariyên xwe teslîmî Roja Sor a Kurdistanê û Heyva Sor a Kurdistanê bikin”.