Li Stûttgartê giliyê Yûsûf Unsal ê nîjadperest hate kirin
Platforma Piştevaniya Efrînê, êrîşa faşîst a li dijî konê ku ji bo Efrînê li Stûtgartê hatibû dayîn û piştgiriya Erdogan a ji bo êrîşê şermezar kir û got; “Em ê paşve gav ne avêjîn.”
Platforma Piştevaniya Efrînê, êrîşa faşîst a li dijî konê ku ji bo Efrînê li Stûtgartê hatibû dayîn û piştgiriya Erdogan a ji bo êrîşê şermezar kir û got; “Em ê paşve gav ne avêjîn.”
Platfroma Piştevaniya Efrînê ya Stûttgartê li Konîg Strasse daxuyaniyek da çapemeniyê û ragihand ku piştî roja Duşemê wê doz li Yûsûf Unsal ê nîjadperest yê Tirk ku êrîşî konê Kurdan kirîbû were vekirin.
Platfromê bal kişand li ser dagirkeriya Efrînê ya ji aliyê çete û dewleta Tirk ve û hevkariya bi DAIŞ’ê re.Platfromê ragihand ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan bi destekdayîna êrîşkarê faşîst re zemîna sûcên nû amade dike. Platfromê nerazîbûn nîşanî bêdengiya rayedarên Elman jî da.
Platfromê peyama: “Em ê ji bo piştevaniya gelê Efrînê re gav paşve ne avêjin û çalakiyên xwe bidomînin.” da
ERDOGAN SPASIYA ÊRÎŞKAR KIRÎBÛ!
Li Qada Scholsplatz a Stûtgarê beriya çend rojan ji bo Efrînê ji aliyê Platfroma Piştevaniya Efrînê re kon hatibû vedan û Yûsûf Unsal ê bi eslê xwe Tirk û piştre bûbû hemwelatiyê Elman êrîşî kon kiribû. Piştî êrîşê Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan, Serokwezîr Bînalî Yîldirim li Unsal geriyan û ji bo êrîşê spasî kirîbû.
Polîs, ji ber heqareta Unsal a dema bûyerê de gilîyê Unsal kir.
Telefona Erdogan a ji bo Unsalê nîjadperst di çapemeniya Elman de ciheke berfireh kir û têkildarî mijarê Berdevkê Polîsê Stûtgartê Stedan Keîbach ragihandibû ku têkildarî Unsal ji ber heqareta li polîsan wê doz vekin.
Wezîrê Karê Hundir yê Eyaleta Baden-Wurrtemberg Thomas Strobel jî li dijî Erdogan gotibû li gel polîsê xwe ne.