Li Strasboûrgê greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hate destpêkirin

Ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê 18 Kurdistaniyan dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kirin.

18 kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li bajarê Strasboûrgê ya Fransayê bûne. Çalakî li pêşiya avahiya Konseya Ewrûpayê tê lidarxistin. Siyasetmedarê Kurd Mûstafa Sarikaya, parlementera HDP’ê ya berê Dîlek Ocalan û Hevserokê KCDK-E’yê Yuksel Koç jî tevlî çalakiyê bûne.

Di daxuyaniya çalakiyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Em koma bi navê ‘Înîsayatîfa Azadî ji Ocalan re’ ji bo bidawîkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan diyar dikin ku di 17’ê Kanûna 2018’an de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger dikin.

Em bang li Konseya Ewrûpayê, Parlementoya Ewrûpayê û CPT’ê re dikin û diyar dikin ku  li Girava Îmraliyê polîtîkayeke dermirovahiyê tê kirin. Girtiyek û Rêberek nabe ku sê salan ji cîhanê, malbat û gelê xwe were tecrîdkirin. Ev tişt li tu dera cîhanê tune. Li welatên herî faşîst jî zagoneke wisa tune.

Dewletên Ewropayê ji dêvila ku bibin hêza çareserî û aştiyê, mixabin dibin şirîkên sûcên dewleta Tirk. Erdogan Kurdan qir dike, di şexsê zarok û jinan de hemû civakê qetil dike. Erdogan di warê siyasî, civakî û çandî de vê qirkirinê dike.

Em bang li CPT’ê dikin ku divê CPT li gorî mîsyona xwe tevbigere û helwesteke baş nîşan bide.

Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina êrîşên li ser gelê me yê li Rojava, Şengal û Mexmûrê em greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger didin destpêkirin. Heta ku ev xwestekên me bi cih werin, ew ê çalakiyên me bidomin.”

YÊN KU TEVLÎ ÇALAKIYÊ BÛNE

Ev kes tevlî çalakiya greva birçîbûnê bûne:  Dîlek Ocalan, Gulistan Çiya Îke, Denîz Rojbîn, Nûrgul Başaran, Ramazan Îmîr, Mehmet Nîmet Sevîm, Mûstafa Sarikaya, Mohamad Ghaderî, Denîz Surgut, Ayvaz Ece, Yuksel Koç, Kadro Bokanî, Kerem Solhan, Agît Ûral û Ekrem Yapici.