Li Stenbolê polîsan êrîşî Nobeta Edaletê kirin: 11 kes hatin destgîrkirin

Li Stenbolê polîsan êrîşî malbatên girtiyan ên di Nobeta Edaletê de kirin û 11 kes destgîr kirin.

Bi mebesta berdana girtiyên nexweş û girtiyên ku berdana wan hatiye taloqkirin,malbatên girtiyan li Stenbolê dest bi çalakiya Nobeta Edaletê kiribûn. Nobet her hefteyê tê domandin û çalakiya 36’an li pêşiya Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat kirin.
Di çalakiyê de xwîşka girtiyê nexweş ê bi navê Erdal Ozel ku li Girtîgeha Hejmar 2 ya Tîpa F a Tekîrdagê tê ragirtin, Kumrî Akgul û dayika Hatîce Calhan ku li Girtîgeha Jinan a Şakranê tê ragirtin Zeynep Calhan amade bûn. 
Her wiha Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, rêveberên Komeleya Piştgirî û Piştevaniya bi Xizmên Xwe Windakirin a Anatoliyayê (ANYAKAY-DER), endam û rêveberên HDP’ê yên navend û navçeyan û gelek welatî tev li çalakiyê bûn. 
Beriya çalakiyê, Qada Çaglayanê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Polîsan, bi hinceta biryara qedexeyê ya Qeyemeqamtiya Kagithanayê, hewl da girseyê asteng bike. Çalakvanan bertek nîşanî astengkirin û dorpêça polîsan da. 
Malbatên girtiyan gotin, “Ma qey lêgerîna me yê edaletê sûc e? Em ji bo edaletê hatine vir, ger ev sûc be em ê her tim vî sûcî bikin.”
Piştî êrîşê polîsan Zeynep Calihan, Kumru Akgul, Emîne Arslan, Şahîn Kizilkaya, Feryat Sakalli, Sebahattîn Halli, Şafi Erol, Evîn Genç, Adalet Unlu, Emrullah Şenyuz û Zemîne Gokçe destgîr kirin.
Parlamenterê HDP'ê Mûsa Pîroglu bertek nîşanî tundiya polîsan û destgîrkirinan da û destnîşan kir ku bi êşkenceyê destgîrkirin îro li hemû kolanan belav bûye.
Pîroglu wiha axivî, “Malbatên girtiyan û dayikên wan her tim tên destgîrkirin û nahêlin ku pirsgirêkên li girtîgehan bînin ziman. Bêdengkirina malbatên girtiyan û derbkirina dayikan, êrîşeke li dijî wijdana vî welatî ye. Her ku em bêdeng dimînin û vê rewşê qebûl dikin, ev dorpêç jî wê mezintir bibe. Sedema kuştinên li girtîgehan û zilma li girtiyan tê kirin, em in. Ev gel e ku xwe li bêdengiyê datîne. Ev banga min ji bo gel bi xwe ye; heta ku em van dayikan li vê derê bi tenê bihêlin, wê ev tişt her tim bi serê me bên. Her ku em li dijî mirinên li girtîgehan xwe li bêdengiyê danin, wê ev mirin bidomin. Divê hemû kes li dijî zilm û zordestiyê dengê xwe bilind bike û piştgiriyê bidin girtiyên nexweş.”