Li Stenbolê polîsan êrîş bir bi ser xizmên girtiyan de

Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyan li pêş Edliyeya Stenbolê dane destpêkirin, tevî astengiyê jî bi çalakiya rûniştinê berdewam kir. Polîsan êrîşî xizmê girtiyan kir û 7 kes bi zor û şidetê destgîr kirin.

Çalakiya Nobeta Edaletê ku malbatên girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin li Stenbolê dane destpêkirin, tevî êrîş û zextan di hefteya 13’emîn de li pêş Edliyeya Stenbolê berdewam kir. Dayika Yakûp Akman ê di Girtîgeha Girtî ya F ya bi Jimar 3 ya Sîlîvriyê d girtî, Fînce Akman û dayika Xemgîn Karakaş ê sirgûnkirî yê di Girtîgeha T ya Afyonê de, Cemîle Karakaş tev li çalakiyê bûn.

Endama Meclîsa Kal û Pîr û Teqawidan a Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Meryem Guneş, Hevberdevka Marmarayê ya Partiya Demokratîk a Herêman (DBP) Dîlber Demîr, Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû û Rêvebirên Navçeya Başakşehîr a HDP’ê û endamên meclîsa ciwanan tev li çalakiyê bûn.

Polîsan beriya destpêbûna çalakiya nobetê, dor li ber edliyeyê girt. Polîsên dor li xizmên girtiyan girtin, bi boneya biryara qedexekirinê ya ji bo Nobeta Edaletê ya Qeymeqamê nehişt çalakî çêbibe.

Wekîlê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû bertek nîşan da û got ku her hefte bi heman hincetê şidetê li dayikan dikin.

Xizma Girtî Fînce Akman got: “Em li edaletê digerin. Ev qad qada edaletê ye. Lê mixabin qad kirine qada êşkenceyê. Li vir edalet nîn e, bi tenê êşkence û şidet hene.“

Piştî axaftina Akman polîsan êrîş kir. Şidet li Akmanê hat kirin, meles ji serê wê rakirin û ketin hewildana çirandina wêneyê kurê wê.

Cemîle Karakaş jî gava bi zor û şidetê hat destgîrkirin bang li hemû dayikan kir û got: “Ez bang dayikan dikim, a edaleta ev e. Bila dayika hemû werin vir.“

Berdevka DBP’ê ya Marmarayê jî hat destgîrkirin. Demîr gava hat destgîrkirin, tilîlî û dirûşmeya ‘’Bijî berxwedana zindanan’’ berz kir. Navên çar kesên din hatin destgîrkirin ev in: Şukran Dîler, Leyla Aydemîr, Ayşe Gurbuz û Yûnûs Unal.

Wekîlê HDP’ê Mûsa Pîroglû yê di nobeta Edaletê de axivî û wiha got: “Divê her kes vê bîr û boçûna xerab bibîne. Çi kesê dengê xwe bike hewil didin ku bi destgîrkirin û girtinê bêdeng bikin.“

Pîroglû da zanîn ku ew ê hefteya bê cardin tev li çalakiya nobetê bibe û got: “Hefteya bê ez ê cardin li vir bim û ez ê vê carê bi tenê nekarim bêm. Gava hûn dayikan bibin em nasekinin. Bila her kes bibihîze. Hûn bi dayikan dikarin. Hûn rêya xwe li yên dengê xwe nakin dibînin. Bes e hew qas bêdengî. Hefteya bê em ê bi wan re werin û vê carê em ê xwe hew qas bêdeng nekin.“