Li Stenbolê mîtînga ‘Çareserî em in’ destpê kir-HAT NÛKIRIN

HDP mîtînga ‘Çareserî em in’ li Qada Kartalê ya Stenbolê lidar dixe, bi hezaran kes ber bi qada mîtîngê ve diherikin.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi dirûşmeya “Çareserî em in, ji şer û dagirkeriyê re na” li Qada Kartalê ya Stenbolê mîtîng lidar dixe. Bi hezaran kes diherike qada mîtîngê. Li qada ku bi alên HDP’ê hatî xemilandin, pankarta ku dirûşmeya mîtîngê li ser dinivîsî ya Kurdî û Tirkî hate daliqandin. Girse ji çar aliyan dikevin li qada ku mîtîng tê lidarxistin. Polîs li her qadê kesên ku dixwazin tevlî mîtîngê bibin ji serî heta binî lêgerîn dikin. Polîsan ji ber cil û bergên Kurdî yên li ber zarokekî 10 salî bûn, ew negirtin hundir.

CIL Û BERGÊN RENGÎN ÊN JINAN

Tevî astengiyan jî bi hezaran kes diherikin Qada Kartalê. Ji Edîrne, Bûrsa, Kocaelî û Stenbolê bi hezaran kes bi wesayîtên veguhestinê yên komî û bi otobusan dest bi herikîna qadê kirin. Welatiyên di wesayîtên veguhestinê yên komî de bi stran û tilîliyan govend gerandin, dîmenên rengîn derxistin holê. Dîsa cil û bergên jinan ên rengîn bal kişandin ser xwe.

‘AYSEL TÛGLÛK RÛMETA ME YE’

Bi sedan jinên endamên Tevgera Jinên Azad (TJA) bi posterê mezin ê siyasetmedara Kurd Aysel Tûglûk a girtî ketin qadê. Tililî û çepikên jinên ku ji Cadeya Bankayan heta qada Mîtîngê meşiyan qet nesikinîn. Di meşê de ji girtiyên nexweş re daxwaza azadiyê hate kirin. Cil û bergên jinan ên Kurdî bal kişandin ser xwe û jinan di meşê de dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan” , “Aysel Tûglûk rûmeta me ye” û “Jin jiyan azadî” berz kirin.

MALBATÊN KU DI NOBETA EDALETÊ DE, LI MÎTÎNGÊ NE

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevberdevkê HDK’ê Cengîz Çîçek, Platforma Piştgiriya Sosyalîst (SODAP), Partiya Ji nû ve Avabûna Sosyalîst (SYKP), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Şoreşger, Halkevlerî, Komeleya Pîr Sûltan Abdal, rêxistinên navçeyê yên Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Azadiya Civakî (TOP), KOZ, Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD), Ozgur Lîse, Kaldiraç û nûnerên gelek jin û rêxistinên civakî yên sivîl jî tevlî mîtîngê bûn. Malbatên ku ji bo girtiyên nexweş û girtiyên înfazên wan hatine şewitandin nobeta edaletê digirin jî beşdarî Mîtîngê bûn.

DIRÛŞMEYA ‘BÊ SEROK JIYAN NABE’

Qada Mîtîngê di demekî kurt de tejî bû. Coşa li qada Mîtîngê jî her ku diçe zêde dibe. Girseya her ku diçe hejmara wê zêde dibe li ber stranên ku li ser dikê tên lêxistin govendê digerînin. Girseya tevî hewayê germ qadê dadigire bê navber dirûşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” , “Bijî berxwedana girtîgehan” û “HDP gel e, gel li vir e” berz dikin.

Mîtîng ji bo bîranîna şehîdên têkoşîna demokrasiyê bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir. Girseyê ji bo gotinên Komîteya Amadekar a Mîtîngê ya “Yên dibêjin ‘partiya tabela’ wê bibînin bê kî partiya tabelayê ye" li çepikan dan.

NAVNÎŞANA ÇARESERIYÊ HDP YE

Piştre Hevserokê HDP’ê yê Stenbolê Ferhat Encu axivî. Encu da xuyakirin ku tevlî bûna xurt a mîtînge careke din hêza partiya wan nîşan daye û destnîşan kir ku tu hêz nikarin HDP’ê bigirin.  Hevseroka HDP’ê ya Stenbolê Îlknûr Bîrol jî wiha got: “Em wêneyekê ji vê qadê bigirin ku bikaribin bibînin.”

Piştre Bîrol pirsa “Karker, kedkar, jin, ciwan, Elewî, Sûnî, yên ji bo baweriya xwe azadiyê dixwazin, gelê Kurd, Tirk li vir in?” ji girseyê pirsî. Bi hezaran kesî bi yek dengî bersiva, “Li vir e” dan. Bîrol li dijî şer, kedxwarî, tecrîd û derewan navnîşana çareseriyê ji hezaran kesî pirsî. Bi hezaran kesan bi yekdengî bersiva “HDP” dan.