Li Stenbolê malên Elewiyan hatin îşaretkirin

41’emîn salvegera komkujiya Mereşê nêz dibe, li navçeya Sûltangazî ya Stenbolê malên Elewiyan hate îşaretkirin û peyamên gefê hatin dayîn.

Li gorî agahiyên hatine bidestxistin li Taxa 75. Yil a navçeya Sûltangazî li apartmana 10 daîrelî ku 3 malbatên Elewî lê dijîn, li ser dîwarê wan îşaret hate danîn û nivîsa “Hûnê bimirin” hate nivîsin.

Malbatan piştî vê gefa hatî kirin li polîsan geriyan û rewş ragihandin. Polîsên ku hatin cihê bûyerê şopa dest girtin.

Di hefteyên dawî de êrîşên wiha ku Elewiyan dike hedef zêde bûn. Êrîşa herî dawî di hefteya 41’emîn salvegera Komkujiya Mereşê ya 19-26’ê Kanûna 1978’an de pêk hat.