Li Stenbolê ji bo piştgiriya rojnamevanên Kurd çalakî hate lidarxistin

Rojnamevanên li Stenbolê, girtina rojnamevanên Kurd protesto kirin û gotin “Em ê bêdeng nemînin.”

Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) û Platforma Rojnamevanên Jin ên Mezopotamyayê (MKGP), ji bo 16 rojnamevanên Kurd ên di 16’ê hezîranê de li Amedê hatin girtin, li Meydana Şîşhaneyê daxuyanî da çapemeniyê. Nûnerên rêxistinên rojnamevanan û gelek rojnamevan, Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Mûsa Pîroglû, Hevserokê HDP’a Stenbolê Ferhat Encu, nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên sivîl beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên rojnamevanên girtî û dovîz hatin hildan û pankarta “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin” hat hildan. 

Daxuyaniya bi Kurdî rojnamevan Dûrket Suren û daxuyaniya bi tirkî jî nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever xwendin.  

Daxuyaniya ji aliyê Dûrket Suren ve bi Kurdî hat xwendin wiha ye: 

“Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku hem li welat û hem jî li derveyî welat krîza rêvebirinê dijî; amûrên şer, zext û zorê têxe meriyetê û dixwaze bi vê rêbazê xwe ji vê krîzê xelas bike û civakê bêzar bike. Hewl didin hemû derdorên ku van polîtîkayên wan red dikin û wekî wan nafikirin jî bi rêya darazê ku xistiye bin tehekûma xwe, têxe bin kontrola xwe. Desthilatdariya ku hemû dengên li dijî krîza aborî, li dijî polîtîkaya wan a nirxên civakê dirizîne, li dijî siyaseta sûc, şer, şêlandin û talankirinê derdikevin bo xwe weke ‘dijmin’ dibîne, êdî têk diçe. Her ku winda dike jî amadekariyên xwe yên êrişan ên li dijî muxalîf û derdorên din zêdetir dike. Desthilatdarî, hewl dide bi rêya hilbijartin û şer re desthilatdariya xwe mayînde bike. Di pêvajoyeke wiha de armanc dike ku hemû kesên li hemberî wan serî natewînin, yên ku li gel berdelên giran jî li pey rastiyê digerin, di serî de çapemeniya azad ên ku karê xwe li gorî rûmeta pîşeya xwe dikin û xwedî li mafê agahîgirtinê yê civakê derdikevin ku nikarin têxin bin kontrola xwe, bêzar bikin.   

Ji ber van sedeman e ku di 8’ê Hezîranê de 20 kedkarên çapemeniya azad ên Kurd hatin destgîrkirin. Ev roj, weke şerm û qirêjiyeke mezin di rûpelên dîrokê de cihê xwe girt. Saziyên ku tê de dixebitiyan hatin dorpêçkirin, dest danîn ser alav û amûrên wan. Rojnamevan 8 rojan di nezaretê de man û piştre jî 16 hevalên me bi awayekî neheq û derhiqûqî hatin girtin. Ev jî besî wan nebû ku çapemeniya AKP-MHP’ê hevalên me kirin hedef!

Bi vê operasyonê xwestin ku dengê gelê Kurd ku hebûna wan tê înkarin, rastî her cureyên zext û zorê tên û li dijî vê têdikoşe, dengê hemû bawerî û bindestên din, dengê jin, zarok, ciwan û hemû derdorên li derveyî civakê hatine hiştin jî qut bikin da ku ev deng neyê bihîstin!  

 Bêguman weke şopdarên kevneşopiya çapemeniya azad, şopdarên Apê Mûsa, şopdarên Gurbetellî Ersoz ku bûye sembola rojnamvaniya serî natewîne, weke kedkarên birûmet ên çapemeniya azad, weke rêhevalên Cengîz Altûn, Ersîn Yildiz û hêj gelek ên din, em di ferqa vê rastiyê de ne. Lewma em yek gavê paşve naavêjin. Li gel hemû zextan jî her ku diçe em bihêztir dibin, zêdetir dibin û hîn bêhtir xwedî li pîşeya xwe derdikevin. Em li vê derê ne, dê li vê derê bin û her çend ku hevalên me li hundir bin jî em ê li derve dev ji nivîsandinê bernedin. Em, xebata di nava çapemeniya azad de bo xwe weke rûmetê dibînin û dê bibin dengê wan, civak û heqîqetê.  

 Dema rojnameya Ozgur Ulke hat bombekirin, manşeta ewil a rojnameyê ev bû: “Ev agir dê we jî bişewitîne.” Ev welat ji wê rojê heta niha dişewite. Me her tim got û dibêjin ku ev zextên heyî dê tenê bi çapemeniya azad re bisînor nemînin. Qanûna sansûrê ku dixwazin îro bînin, berdewamiya vê operasyonê ye. Û dê berdewamiya wê jî were. Tekane rêya pêşîlêgirtina vê, ne tenê piştevanî lê têkoşîneke hevpar û birêxistinkirina hewla dijderketinê ye. Heta ku em hevalên xwe dîsa ji wan distînin û azadiya çapemeniyê pêk tê jî dê têkoşîna xwe bidomînin. Em ê bêdeng nemînin!” 

Piştî daxuyaniyê endama Desteya Rêveberiya Basin-Îşê ya girêdayî DÎSK'ê rojnamevan Canan Yildiz û Parlamenterê HDP’ê Mûsa Pîrogolu jî axaftinên kurt kirin û girtina rojnamevanan protesto kirin.”