Li Stenbolê bi hezaran dimeşin: Bijî Serok Apo

Li Stenbolê bi hezaran kes ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mîsogerkirina wî dimeşin. Kolanên Stenbolê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” û “Silav silav ji îmraliyê re hezar silav” dengvedide.

Bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK). Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêman a Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Federesyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqû ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (MED-TUHAD FED) bi dirûşmeya “Li dijî siyaseta tecrîdê, ji bo parastina azadiyê em ber bi Gemlîkê ve dimeşin” meşek tê lidarxistin. Ji bo meşa li navçeya Gemlîk a Bûrsayê girse li Kadikoy a Stenbolê li hev civiya.

Hevberdevkên HDK’ê Esengul Demîr û Cengîz Çîçek, Hevsrokê KCD’ê Bedran Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP’ê Salîha Akdenîz û Keskîn Bayîndir, Hevseroka HDP’ê Pervîn Bûldan, Hevserokên HDP’ê yên Stenbolê Îlknur Bîrol û Ferhat Encu, Parlementerên HDP’ê, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), hevserok û reveberên partiyên SYKP, ESP û Partiya Şoreşger jî tevlî meşê bûn.

SILAV SILAV JI ÎMRALIYÊ RE HEZAR SILAV

Bi hezaran kesên li çar aliyên Kadikoyê belav bûn, tevî dorpêça polîsan jî ber bi Kolana Bahariye ve dimeşin. Bi hezaran kesên ku benda polîsan derbas kirin ber bi Peykerê Ga yê Kadikoyê bi dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Zext nikarin me bitirsînin”, “Bijî Berxwedana zîndanan”, “Bila tecrîd bi dawî bibe, zîndan vala bibin”, “Her der Gemlîk her der berxwedan”,”Emê bi berxwedanê bi ser bikevin” û “HDP gel e gel li vir e” dimeşin. 

Komeke din a li ber heman peykerî bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo", "Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav" ber bi Kolana Çîlek ve dest bi meşê kir

Polîsan derdora parlementerên li kolana Seraskerê bûn dorpêç kirin û rojnamger jî ji qadê hatin derxistin. Heta demekê destûr nedan parlementer ji dorpêçê derkevin.

Çalakvanên Gemlîkê yên ku li çar aliyên Kadikoyê belav bûne rexmê astengiyên polîsan, derbasî Kolana Bahariyeyê bûn û bi dirûşmeyên “Silav silav ji Îmraliyê re hezar silav”, “Bê Serok jiyan nabe”,” Her der tecrîd her der berxwedan” û “Bijî Serok Apo” ber bi parka Yogurtçû ve dimeşin.

Meşa ku siyasetmedar jî tevlê bibûn didome.