Li Stenbol û Enqerê ji bo berdana girtiyên nexweş bang kirin

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê û Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin li ser rewşa girtiyên nexweş û gotin divê demildest girtiyên nexweş serbest werin berdan.

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê di çalakiya 533’yemîn a “Rûniştina F” de bal kişand ser rewşa hunermend Nûdem Durak ku ji ber stranên Kurdî 19 sal cezayê girtîgehê lê hatiye birîn û girtiya nexweş e. Li Enqereyê jî  Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.

STENBOL

Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê ji bo bale bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiya “Rûniştina F” li dar dixin. Çalakiya hefteya 533’yan jî li pêşiya avahiya komeleyê li dar xist. Di çalakiya vê hefteyê de komîsyonê bal kişand ser rewşa girtiya nexweş hunermend Nûdem Durak ku di sala 2015’an de ji ber stranên Kurdî hate girtin û 19 sal cezayê girtîgehê lê hat birîn. Ji helîna hestiyan heta Graves (guatra jehrî), gelek nexweşiyên din bi Durak re hene û nikare di girtîgehê de bimîne.

Di çalakiyê de parastvanên mafan û xizmên girtiyan amade bûn. Her wiha pankartên “Rûniştina F a 533’yan. Bila girtiya nexweş Nûdem Durak were berdan” û “Tedawî maf e nayê astengkirin” hatibûn rakirin. Di rûniştinê de gelek caran dirûşmên “Bila Nûdem Durak were berdan”, “Bila girtiyên nexweş werin berdan”, “Tedawî maf e nayê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” dihatin berzkirin. Ji Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Meral Nergîz Şahîn di çalakiyê de axivî.

SEPANA FAÎZÊ YA RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ

Meral Nergîz Şahîn diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pereyê ku malbatên girtiyan ji bo xizmên xwe dişînin didin faîzê û ev agahî parve kirin: “Ji ber vê yekê jî girtî di hêla aborî de zehmetiyan dikêşin. Rêveberiya girtîgehê têkildarî mijarê daxuyanî da û diyar kir ku ev sepan li gorî qanûnan e. Her wiha îdia kir ku faîzê van pereyan ji bo girtiyan tê bikaranîn. Anku pere didin ber faîzê. Lê belê dema em li serlêdanên ji bo komîsyonê tên dinihêrin, dibînin ku ev pereye ji bo pêdiviyên girtiyan nayên xerckirin.”

'NEXWEŞIYA WÊ PÊŞ DIKEVE’

Bi domdarî Şahîn bal kişand ser rewşa hunermend Nûdem Durak û ev tişt anî ziman: “Di nava van 7 salan de girtîbûnê de Durak bi nexweşiya helîna hestiyan û Gravesê ket. Ev nêzî saleke her mehê ji bo tedawiyê ji Girtîgeha Jinan a Tîpa M a Bayburtê dibin Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê. Piştre jî bi hinceta pandemiyê 15 rojan di hucreyê de tê ragirtin. Ji ber ku tedawî û sexbêrekî baş lê nayê kirin, nexweşiyên wê her ku diçe girantir dibin. Bijîşkên wê dibêjin ku heke derman bi kêrî neyên, divê were emeliyatkirin ku emeliyateke xetere ye.

BILA DURAK WERE BERDAN

Ji ber nexweşiyê, hindik ma ye ku Nûdem dengê xwe winda bike. Lewma divê di zûtirin demê de were berdan. Di vê mijarê de banga me li raya giştî ew e ku xwedî li Nûdem Durak û girtiyên nexweş derkevin.”

ENQERE

Înîsiyatîfa Azadî ji Girtiyên Nexweş re ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş, her hefteyê çalakiyê li dar dixin. Di hefteya 405’emîn de înîsiyatîf li pêşiya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hatin ba hev û pankarta “Tedawî maf e nayê astengkirin û bila girtiyên nexweş bên berdan” daliqandibûn. Daxuyanî ji hêla Hevseroka Şaxa ÎHD’a Enqereyê Sevîl Turgut ve hate xwendin. Turgut, di vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiya nexweş Muhlîse Karaguzel (60) ku li Girtîgeha Jinan a Bunyan a Kayseriyê tê ragirtin.

Turgut da zanîn ku di stû û pişta Karaguzel de du fetq hene û ev agahî dan: “Ev yek jî stû û pişta wê asê dike. Nexweşa şekirê ye û ji ber ku şekira wê bilind e, rojê çar caran derzî bot ê danîn. Her wiha ji ber şekira zêde, ziyan gihiştiye gurçikên wê û êşên giran dikêşe. Ji ber vê nexweşiyê hewceye xwarina wê cuda be lê girtîgeh van xwarinan nade. Lewma her ku diçe zeîf dibe. Her wiha tansiyona bilind bi wê re heye. Gelek caran anjiyo bûye û bijîşk dibêjin ku divê demildest emeliyat bibe. Lê ji ber îxtîmala korbûna çavan, naxwaze emeliyat bibe. Nexweşa bêhnkurtkê ye lewma nikare bêhnê baş bistîne û razê. Di heman demê de nexweşiya kolestrolê pê re heye.

LI NEXWEŞXANEYÊ 8 ROJAN GIRÊDAYÎ NIVÎNAN MA

Karaguzel, di sala 2021’an de emeliyat bû. Di adara 2021’an de dema birin qawîşê, krîza dil derbas kir. Ji ewil birin nexweşxaneya li kampûsa girtîgehê. Ji ber ku rewşa wê giran bû û tansiyona wê bilind bû, rakirin nexweşxaneya Kayseriyê. Li wir anjiyo bû û du rojan di beşa lênihêrîna awarte de ma. Hemû rehên wê xitimî bûn û 3 roj piştre dîsa anjiyo bû. 8 rojan li nexweşxaneyê ma. Mixabin ku di van 8 rojan de destên wê bi nivînên wê ve hatibûn kelemçekirin.

Nexweşiyên weke dil, şekir, tansiyona bilind û bêhnkurtkê pê re hene. Lewma divê di zûtirin demê de were berdan. Divê bi rêk û pêk bê dermankirin û di bin çavdêriyê de be.”