Li Sine di bin navê namûsê de jineke ciwan hat qetilkirin
Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan bû qurbanê paşverûtiya civakî ya bi navê namûsê. Jina ciwan ji aliyê birayên xwe ve hat qetilkirin.
Li bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê jineke ciwan bû qurbanê paşverûtiya civakî ya bi navê namûsê. Jina ciwan ji aliyê birayên xwe ve hat qetilkirin.
Li gundê Bawerêz ê girêdayî bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê danê êvarî jinek ciwan a bi navê Seher Muradî (33) ji aliyê birayê xwe ve hate qetilkirin.
Birayên Seher Muradî ya ku dayika 2 zarokan bû û hevjînê wê 2 sal beriya niha jiyana xwe ji dest dayî, bi hinceta ku têkiliya wê bi kesek din re heye bi kêran êrişî Seher dikin û wê qetildikin.
Hat zanîn ku mafê xwedîkirina zarokan ya Seher Muradî bûye.