Li Sîlîvriyê mirin li girtiyan tê ferzkirin

Li Girtîgeha Hejmara 5'an a Sîlîvriyê ku êşkence gelekî lê giran bûye, dayika girtî Kadîr Kaya Songul Taştan bi rêya telefonê bi kurê xwe re axivî û anî ziman ku kurê wê jê re gotiye, "Êdî nema dikarim bêhnê bistînim."

Li Girtîgeha Hejmara 5'an a Sîlîvrî ya Stenbolê dawî li binpêkirina mafên mirovan nayê. Her roj zexteke nû li girtiyan tê kirin. Ji ber ku di asta têrker de tedbîr nayên wergirtin, li girtîgehê hejmara girtiyên siyasî yên bi vîrûsa koronayê ketine zêde bûye. Ji ber helwesta xemsarî ya îdareyê jî metirsî mezin dibe. Songul Taştan ku bi rêya telefonê bi kurê xwe Kadîr Kaya yê li Girtîgeha Hejmara 5'an girtiye axivî, anî ziman ku girtî di nava mirinê de hatine hiştin. Dayik Taştan ji ANF'ê re axivî û têkildarî rewşa nebaş wiha axivî, "Kadîr ne yekî welê ye ku tiştên wiha bêje. Xuya ye rewş gelekî nebaş e."

'TEDBÎR NAYÊ GIRTIN, AV MÎNA HERIYÊ DIHERIKE'

Taştan qala axaftina bi telefonê ya bi kurê xwe re kir û got, "Kurê min got 'Dayikê êdî bêhn li min diçike' û xwest ku em dengê wan bide bihîstin. Anî ziman ku hejmara girtiyên li koxûşan hatiye zêdekirin, li koxûşa ji 10 kesî 32 kes dimînin, xwarin kêm e, tedbîr li dijî şewbê nayê girtin, av timî li ser wan tê birîn, ava tê dayin jî mîna heriyê diherike, destûrê nadin wan ku biçin revîreyê û bersiv ji daxwaznameyên wan re nayê dayin."

Taştan diyar kir, tevî ku tedbîrên dijî şewbê hatine rakirin jî hîn jî destûra ji bo hevdîtinê nayê dayin û anî ziman ku hevdîtina girtî ya heftane jî ji 45 deqeyan daxistine nîv saetê.

Taştan got, "Kurê min sal û nîveke girtî ye û me ti carî hevdîtina vekirî nekir. Ji bo hevdîtina girtî jî berê gotibûn saetekê, piştre daxistin 45 deqeyan, niha jî kirine nîv saet. Vê yekê jî qaşo bi hinceta şewbê diki, lê belê meha Remezan li koxûşên Hejmara 5'an gelek kes bi vîrûsê ketin û ji bilî karantînayê ti tedbîr negirtin. Li koxûşa ku kurê min lê ye jî mirov bi şewbê ketin, lê test jî nekirin. Di karantînayê de hiştin. Test li aliyekî sal û nîveke kurê min nikare biçe revîreyê. Bêyî testê hefteya derbasbûyî derzî lê xistin. Normal mirovên ku bi koronayê ketibin derzî li wan nayê xistin, lê belê ji ber ku test nekirine nayê zanîn ku bi şewbê ketine yan na. Lê bi vî rengî derzî lê xistin."

Taştan diyar kir ku kurê wê sal û nîveke bi neheqî û bêhiqûqî girtî ye û ji ber ku ji malbateke siyasî ye bûye hedef.

Taştan herî dawî bang li raya giştî kir ku bi berpirsyarî tevbigere.