Li şeş bajaran gelek kargeh û wesayit hatin şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li şeş bajaran gelek milkên AKP û MHP'iyan şewitandine.

Însiyatîfê bi daxuyaniyekê ragihand ku wê hesabpirsîna ji dewleta Tirk û hevkarên wê dewam bikin û got, "Dem dema mezinkirina berxwedana Kurdistanê û bi tolhildana sed salî dema hesabpirsînê ye."

Li gorî daxuyaniyê di 16 û 17'ê Mijdarê de li Tekîrdag, Bûrsa, Stenbol, Denîzlî, Aydin û Çanakkaleyê bûyerên şewitandinê hatin kirin.

17'ê Mijdarê li navçeya Suleymanpaşa ya Tekîrdagê kargeha gwîzan a Midûriyeta Giştî ya Çandiniyê, li navçeya Înegol a Bûrsayê kargeha Sultan Collection a kesekî MHP'î, li navçeya Merkezefendî ya Denîzliyê febrîqeya Altintop a kesekî AKP'î, 16'ê Mijdarê li navçeya Tûzla ya Stenbolê Tersxaneya Çêkirina Keştiyan a 'dijminê Kurdan' û heman rojê li navçeya Ayvacik a Çanakkaleyê li bajarokê Kuçukkûyû wesayita kesekî AKP'î hatin şewitandin.