Li sersaxiya Deniz Poyraz peyama 'serhildan' û 'têkoşînê'

Gelek saziyên civaka sivîl serdana konê sersaxiyê ya ji bo Deniz Poyraz a li Rêxistina HDP ya Stenbolê kirin û bi peyaman piştevaniya xwe diyar kirin.

Di roja duyan a taziyeyê de ku li Stenbolê hatiye danîn Meclîsa Stenbolê ya HDK'ê, Komeleya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) rêveberiyên Navenda Giştî û Navçeyan, Jin Pevre Xurt in (KGB) û Dayikên Aştiyê çûne serdanê.

Hevberdevka Meclîsa HDK'ê ya Stenbolê Aynûr Cengîz sersaxî da HDP'ê û got, ''Em şîna nagirin, serî radikin.''

Hevberdevk Erken Tepelî jî got divê hemû hêzên muxalîf li vê meseleyê xwedî derkevin û ji ji nezakata siyasî wêdetir divê biqulibe ser 'hevkariya polîtîk.''

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bulut jî got, ''Ji bilî geşkirina têkoşînê û berbelavkirina wê ti rêyeke dî li ber me nîne.''

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Erdal Avci jî got, ''Li dijî vê êrîşê bersiva herî bimane ew e ku mirov rêxistiniya xwebike û li dijî faşîzmê eniya yekbûyî deyne.''

Şandeyeke li ser navê Navenda Giştî û şûbeyên Stenbolê jî sersaxî da.

Her wiha endamên KBG'ê jî sersaxî dan.

Ji KBG'ê Ferîde Eralp axivî û got, ''Desthilata ku HDP'ê dike hedef, dewlet a ku mudaheleyî vê êrîşê nekiriye û bi ser de çekdar kiriye hevkarê vê kuştinê ye. Em li rex HDP'ê ne, li dijî vê pergala şer em bi hev re têdikoşin, em bang dikin ku piştevanî were geşkirin.''

Li ser navê Dayikên Aştiyê ji Hikmiye Onel axivî û got, ''Em nema dixwazin kes bimire. Em ji mirinê, ji ti tiştî natirsin. Em aştiyê dixwazin.''