Li Serêkaniyê tevgera dagirkirinê didome

Li ser sînorê Serêkaniyê tevgera dagirkeriya Tirk didome, gel li dijî gefên dewleta Tirk û ji ber nediyariya plana ‘’Herêma Ewle’’ ev 9 roj in li ser sînor çalakiya meralên zindî dikin.

Her çendî hatibe gotibin di navbeyna Tirkiyê û DYE’yê li ser mijara ‘Herêma Ewle’’ li hev kiribin jî, hê bi berfirehî naveroka peymanê diyar nebûye û gefa Tirkiyê xilas nebûye.

Li Serêkaniyê hebûna leşkerî ya bi leşker, çete û tangan ev 8 mehan didome û ji pozisyona dagirkirinê ya li ser sînor ti gav bi paş ve neavêtiye.

Gelê Serêkaniyê jî li dijî hêza leşkerî ya li ser sînor a dewleta Tirk ji 8’ê Tebaxê û wir ve çalakiya mertalên zindî dike. Gel dibêje, ew şer naxwazin û got, ‘’Tirkiye me dikuje, dixwaze bikuje. Heke ‘’Herêma Ewle’’ wê ava bibe divê Hêzên Sûriyaya Demokratîk, hêzên koalîsyonê ava bikin.’’

LI SER SÎNOR POZÎSYONA ŞER DIDOME

Piştî ku hate gotin di navbeyna DYE û Tirkiyê de li ser ‘herêma ewle’’ li hev kirine tansiyona ku bi gotina wê tevgereke dagirker li ser Bakurêrojhilat a Sûriyê dest pê bike, zêde bibû, kêm bû. Lê pozisyona leşkerî ya dewleta Tirk a li ser sînor neguheriye. Çeteyên ‘’Artêşa Millî’’ vê heftiya dawî li gorî tevgera dagirkirin têne bicihkirin.

Nêzî 100 kîlometree sînorê Serêkaniyê bi sînorê Bakurê Kurdistanê re heye. Ev jî ji Dirbêsiyê dest pê dike û heta bi Grê Spî didome. Esadiya Serêkaniyê û Dirbêsiyê bi hev ve girêdide, Nestel jî Serêkaniyê û Gpirê Spî.
Tê zanîn ku dewleta Tirk ji Kanûna 2018’an ve li ser xeta sînor haziriyan dike û tê gotin dewleta Tirk ji meha Tîrmehê û vir ve hêza nû li ser sînor bi cih dike.

Jêder dibêjin her çendî vê heftiya dawî rageşî kêm bûbe jî, li ser xeta sînor hêza haziriiya dagikirinê nehatiye belavkirin û hate gotin, ‘’Leşker û çeteyên ku anîn bi heman pozîsyonê ne. Her çendî hêzeke nû nehatibe bicihkirin jî, bi mewzî û haziriyên nû pozisyona xwe xurt dikin.’’

BI HEZARAN LEŞKER Û ÇETE

Leşkerên dewleta Tirk û çeteyên wan ji Tîrmehê ve li gorî tevgera dagirkirine li Serêkaniyê bi qasî 20 kîlometreyan li hundir xwe cih kiriye. Haziriyên dagirkirinê tenê li eniya pêş nekiriye. Li rojava û rojhilatê Serêkaniyê jî leşker û çete hene.

Jêderên pêbawer dibêjin: ‘’Li tam pêşberî bajarê konî yê li peşberî Ezaziyê ya Serêkaniyê, li xeta Til Xelef a li rojavayê Serêkaniyê û li xeta rojhilat li pêşberî gundê Alok, li Himerayê hêz hatiye bicihkirin.’’

Jêderan gotin bajarê konî yê li Serêkaniyê ku 30 hezar penaberên Sûriyê tê de hebûn, ev 8 meh in hêdî hêdî hatiye valakirin û bi mebesta tevgera dagirkirinê 4 hezar çeteyên ‘’Artêşa Millî’’ hatiye bicihkirin. Jêderan her wiha diyar kirin, li ser xeta sînor jî çete hatine bicihkirin, li ser sînorê Serêkaniyê, li ser 100 kîlometre bi kêmanî tim 10 hezar leşker hazir in.

Jêder dibêjin dewleta Tirk hemû hêzên ku ji bo opersyonê hazir kirine neanîne ser sînor, 20 kilometre li hundir jî haziriya leşkerî û çeteyan heye. Em hîn diin ku herî pir çeteyên Sultan Murat anîne ser xeta Grê Spî û çeteyên Hamzat anîne ser xeta Serêkaniyê.

Jêder dibêjin bi kêmanî 100 tang hatine bicihkirin û dibêjin, ‘’Li ser xeta sînorê Serêkaniyê nêzî 10 qereqolên Tirkiyê hene. Li van qereqolan 3-4 tang tim li cihê xwe bûne. Kanûna 2018’an piştî ku gef li Bakurêrojhilatê Sûriyê û Serêkaniyê xwarin ev teqwiye kirin. Wê pêvajoyê û Tîrmehê hin tangên din hatin bicihkirin. Li ser sînor niqte ji xwe re danîn. Hê jî van qereqolan û mewziyan xurt dikin.’’

‘NE EM, TIRKIYE ME DIKUJE’

Welatiyên Serêkaniyê her çiqas di plana “Herêma Ewle” de lihevirinek di nava DYE û Tirkiyeyê de hebe di wê ferqa gefên dewleta Tirk de ne. Weke gelên li herêmên din ên Bakur-Rojhilhatê Sûriyeyê welatiyên Serêkaniyê jî hevdîtinên dîplomatîk yên bi sernavê “Herêma Ewle” û “Korîdora Aştiyê” şaş dibînin.

Hevserokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Faraç Mûhammed van tiştan dibêje;

“Îro hemû cîhan dizane ku li herêmên me aşitî û demokrasî heye. Lê dewletên cîhanê ji bo berjewendiyên bi Tirkiyeyê re çavê xwe li gotin û gefên Tirkan re digrin. Dibêjin ‘xeta sînor’ niha em li xeta sînor in. Li herêmên me gefeke li ser Tirkiyeyê tune ye. Ji aliyê me ve fîşeşek jî ji bo aliyê Tirkiyeyê nehatiye avêtin. Berevajî wê dewleta Tirk her dem welatiyên me yên sivîl dike hedef û dikuje. Hema bêjer her meh bi vî awayî welatiyên me tên qetilkirin.

Beriya ez werim vir li cihê çalakiyê (çalakiya mertalên zindî) bûm. Di navbera sînor û cihê me kon vedayî 500 metre heye. Niha cihê me kon vedayî beriya saleke û nîv biraziyê min yê 14 salî dema bi matora xwe diçû fîşek berdanê û ew qetil kirin. Yanî welatiyekî sivîl 13-14 salî bû. Ji bo dijminê me ferqa sivîl û kesê rahiştî çekê nake, hemû hedefe. Dibînin em demokrasiyê dixwazin û ji bo wê can didin. Dibînin Rêveberiya Xweser a Demokratîk her roja diçe serdikeve. Ji ber vê êrîşan dikin.”

Xelkê Serêkaniyê ji gotin û lihevkirinên ne diyar bawer nakin û ji bo wê bi biryarin pêşeroja xwe biparêzin. Ji ber vê ji 8’ê Tebaxa 2019’an ve li ser sînorê Serêkaniyê-Tirkiyeyê di çalakiya mertalên zindî de ne. Bi hezaran kes û ji bajêr derdor beşdarî çalakiyê bûne yek ji pêşengên çalakiya mertalên zindî Hevserokê Meclîsa Gel a Serêkaniyê Faraç Mûhammed e.

Faraç Muhammed got ku dewleta Tirk ku êrîşî aşitiyê dike wê çava korîdorekî aşitiyê ava bike û wiha domand; “Li sînor me konê mertalê zindî danî. Em hemû rojnamegerên cîhanê vedixwînin cihê çalakiyê. Bila werin bibînin, bila cîhan dengê me bibihîse. Ji ber vê sedemê eger dixwazin ‘Herêma Ewle’ ava bikin li gorî me bila aliyê sînor yê bakur ava bikin û me ji dewleta Tirk biparêzin. Ji ber ku ew êrîşî me dike me dikuje.”

‘BIRYARÊN LI DIJÎ CIVAKA ME, EM QEBÛL NAKIN’

Mûhammed balkişand li ser aliyên nediyar yên lihevkirina di navbera DYE û Tirkiyeyê de û ev tişt diyar kir;

“Dewleta Tirk dixwaze ji nû ve Osmaniyan ava bike. Zilma wan jî heman zilma DAÎŞ’ê ye. Di têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê de bi hezaran zarokên me şehîd bûn. Yê destek dida DAÎŞ’ê Erdogan û AKP bû. Niha têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê hê jî didome û dixwazin êrîşî gelekî ku di nava aşitî û demokrasiyê de dijîn bikin û sistema wan avakirî bi lîstokên cuda ji holê rabikin. Eger edaleta cîhanê hebe divê wan asteng bike.

Ji bo me lihevkirina dinavbera Koalîsyon û Tirkiyeyê de ne problem e. Niha em li ser sînor di çalakiyê de ne û wê çalakiya me diome. Eger di vê lihevkirinê de tiştekî li dijî civaka me derbikeve em ê vê rewşê qebûl nekin. Em ê sîstema ku bi xwîna zarokên me hatiye avakirin biparêzin. Em ê destûr nedin ku dewleta Tirk dest dane li ser destkeftiyê ku bi xwîna zarokên me hatine bidestxistin.”

 ÇALAKIYA MERTALÊN ZINDÎ

Tevî Faraç Mûhammed em diçin qada ku çalakiya mertalên zindî lê tê kirin. Ji hemû gelan jin, kal, pîr û ciwan hatine Serêkaniyê û tevlî çalakiyê bûne. 8 kon vegirtine. Di van konan de nîqaşan dikin. Di hinek konan de jî bi şev dimînin.

Ji bo pêdivîyên çalakiyan û ên wan di nav xwe de komîteyek ava kirine. Bi wesayîtan avê tînin qadê. Her roj komek kes xwarinan bi awayekî komunal amade dikin.

Li vê derê çalakgerên mertalê zindî diaxin.

‘EM NAXWAZIN BIBE WEKÎ ÎDLÎBÊ’

Nûra Nezîr Mûrat a Çeçen dibêje  “Wê dewleta Tirk were Serêkaniyê û vê derê ji kê rizgar bike? Dewleta Tirk dibêje ez ê li vê derê ewlehiyê pêk bînim. Serêkaniyê jixwe herêmeke ewle ye. Heke dewleta Tirk were, wê ev der bibe herêmeke ne ewle. Dewleta Tirk dixwaze vê herêmê bibekî wekî Îdlîbê, mirovan ji herêmên cihê bîne û wan li vê derê bi cih bikin. Dewleta Tirk wekî Efrînê dixwaze van deran jî dagir bike. Jixwe li vê derê em bi Rêveberiya Xweser a Demokratîk xwe bi xwe bi rê ve dibin. Em ê destûrê nedin ku Tirkiye were vê derê dagir bike. Dewleta Tirk were vê derê wê mirovan bikuje û tecawizî jinan bike. Ji ber ku ew dewleteke dagirker e. Em Kurd, Ereb, Suryan û Çeçen bi aştî bi hev re dijîn.”

‘DIVÊ DEWLETA TIRK TEVLÎ HERÊMA EWLE NEBE’

Suryaniyê ji Serêkaniyê, Can Arton Yakob jî got ku “Ez bi eslê xwe ji Rihayê me. Ji ber qirkirina dewleta Tirk malbata min koçî Serêkaniyê kiriye. Ez li vê derê ji dayik bûme. Di sala 2012’an de dema ku Cephet El Nusra êrîşî vê derê kir, me koçî Hesekê kir. Piştî ku Serêkaniyê hate rizgarkirin em vegeriyan cihê xwe. Di bin banê Rêveberiya Xweser a Demokratîk de hemû mafên me hene. Em hemû gel bi aştî bi hev re dijîn.

Em gefên dewleta Tirk qebûl nakin.  Em dewleta Tirk baş nas dikin. Ji ber ku Suryan qetil kirin. Piştî 104 salan em naxwazin Ii vê derê Seyfo pêk were. Heke wê herêma ewle were avakirin divê ev der di bin kontrola Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk û Neteweyên Yekbûyî de be. Em naxwazin dewleta Tirk têkeve nav herêma ewle. Heke koalîsyon û Hêzên Sûriyeyê yên Demokratîk Ii vir bin wê Suryan bi aramî bijîn û yên koç kirine jî wê vegerin ser axa xwe.”

‘HEKE ERDOGAN DEV JI ME BERDE EM Ê DI EWLEHIYÊ DE BIN’

Mûhammed Ahmet Ubeyd ê Ereb jî dibêje ku “Em Ereb, Kurd û Suryan li Serêkaniyê bi aştî dijîn. Di nav me de teror tune. Ê terorîst Erdogan e. Ev der axa me ye. Em dikarin can û xwîna xwe bidin lê em dev ji vê axê bernadin. Hin çeteyên Erdogan dixwazin êrîşî vê derê jî bikin. Lê divê bizanibin ku xwediyê vê axê jî hene.

Erdogan ji me çi dixwaze? Heke Erdogan dev ji me berde, em ê di nav aştiyê de bijîn. Lê heke Erdogan were vê derê wê mirov bimirin û kaos pêk were. Em naxwazin Erdogan were vê derê û Sûriyeyê parçe bike.”