Li ser sînorê Tirkiyeyê rêveberekî payebilind ê DAÎŞ’ê hate girtin

Koalîsyona Navneteweyî Ya Li Dijî DAÎŞ’ê li ser sînorê Tirkiyeyê operasyonek li dar xist û rêveberekî payebilind ê DAÎŞ’ê girt.

Koalîsyona Navneteweyî Ya Li Dijî DAÎŞ’ê li ser sînorê Sûriye û Tirkiyeyê vê sibehê operasyonek kir.

Operasyona Biryardariya Xwezayî ya Hêza Peywira Yekgirtî daxuyanî da û got “Hêzên koalîsyonê di 16’ê Hezîranê de li Sûriyeyê di operasyonekê de serokekî DAÎŞ’ê yê payebilind destgîr kir. Ev kes di nav rêxistinê de pisporekî çêkirina bombeyan e, li Sûriyeyê yek ji rêveber û serokekî payebilind ê komê ye.”

Nasnemaya vî rêveberê DAÎŞ’ê yê hatiye girtin, nehate eşkerekirin.