Hejmara qurbaniyên erdhejê ya li Wanê zêde dibe -NÛ BÛ

Bîlançoya erdheja ku navenda wê Rojhilatê Kurdistanê ye giran dibe. Li ser sînor du erdhejên din rû dan. Hejmara mirovên ji ber erdhejê li Wanê jiyana xwe ji dest dan bû 9 kes.

Rasatxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçî û Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê (KRDAE) li ser erdheja ku navenda wê bajarê Xoy ê Rojhilatê Kurdistanê ye daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Du erdhejên din ên cuda bi dijwariya 4.5 û 4.0 pileyî rû dan ku navenda wan sînorê Tirkiye û Îranê ye."

Erdheja bi dijwariya 5.8 pileyî ku navenda wê bajarê Xoyê ye, li navçeya Elbak a Wanê bû sedema hilweşîna gelek xaniyan. Bîlançoya erdhejê giran dibe.

Hejmara mirovên jiyana xwe ji dest dan bû 9 kes. Tedawiya zêdeyî 20 birîndaran jî dewam dike.

Hin gundên li Rojhilat erdhejê bandor lê kirin wiha ne: "Kotol- Belecuk-Gernavîk-Razî-Kotan-Yusifava-Hebeşa jêrîn-Gerdîk-Hisar-Hindivan-Zeri-Mexîn-Çayî-Birûşxwaran-Germavêj-Petevêr."

Li van gundan bi giştî 15 hezar û 790 kes hene.

Tê gotin ku heta niha derdora 25 kesî birîndar bûne. Pêwendî bi herêma ku erdhejê lê rû da nikare pêk were.

PISPOR HIŞYAR DIKIN

Pisporên erdhejê dixwazin ku xaniyên ji kerpîçê hatine çêkirin bên valakirin. Pispor hişyar dikin ku rîska hilweşîna xaniyên ji kerpîçê zêde ye.