Li ser îfadeyê şahidê nepen kesekî din jî hat girtin

Huseyîn Vûral ê di çarçoveya lêpirsîna têkildarê 91 kesan de hat berdan, bi îtîraza dozgêriyê ya bi nîşandana wek palpişt a şahidê nepen Ûlaş hat girtin.

Huseyîn Vûral ê di çarçoveya lêpirsîna têkildarê 91 kesên ji aliyê aliyê Serdozgêriya Komarê ya Enqereyê de biryara destgîrkirina wan hat dayîn, hat berdan, bi îtîraza dozgêriyê cardin hat girtin.

Vûral ê bi itiraza dozgêriyê dat destgîrkirin, îro derxistin Dadgeha Cezayên Eslî ya 40‘emîn.

Vûral, di îfadeya xwe ya li dijî sûcên ‘’endamtiya rêxistinê’’, ‘’birêvebirina rêxistinê’’, tevgerîna li dijî qanûnê 6415‘ê li ser girtina ber li “fînansmana terorîzmê’’, ‘’tevgerîna li dijî qanûnê girtina ber li fihêlkirina dahatên ji sûcan’’ û ‘’fihêlkirina hebûna mal a peyde kirin sûc e’’ da de sûcdarî qebûl nekirin.

Parêzer Kenan Maçoglû jî diyar kir ku ev lêpirsîn bi temamî di ser şahidên nepen re dihê birêvebirin.

Dadgeha beyanên şahîdê nepen Ûlaş kir palpişt û biryara girtina Vûral da.