Li ser girtiyê ku dest û pêyê wî tune lêgerîna bi tazîtî hate ferzkirin

Girtiyê bi navê Şaban Kaygûsûz ê ku ji sedî 90 berasteng e û destek û pêyekî wî tune dema ji girtîgeha Amedê sewqî ya Kayseriyê hate kirin, li ser wî lêgerîna bi tazîtî hate ferzkirin.

Hate ragihandin girtiyê bi navê Şaban Kaygûsûz di 19’ê Cotmehê de dema bi hinceta ‘ewlekariyê’ ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê sewqî Girtîgeha Tîpa T a 1’emîn a Bunyana Kayseriyê hate kirin, li ser wî lêgerîna bi tazîtî hatiye ferzkirin. Malbata Kaygûsûz li Komeleya Mafên Mirovan a Şaxa Dîlokê qala êşkenceya li ser zarokên xwe kir.

Durrî Kaygûsûz a ku dayika Şaban Kaygûsûz e bal kişand ser rewşa girtiyên berasteng ên li girtîgehan û got “Divê hemû girtiyên nexweş werin berdan. Dest û pêyê kurê min tune. Ne ji hevalên wî be, nikare kincên xwe jî biguherîne. Em van tiştan qebûl nakin. Bila cezayê malê li kurê min were birîn. Kurê min vî cezayî heq nake. Bila tu dayik xemgî nebe. Bila edalet pêk were. Li ser kurê min êşkenceya lêgerîna bi tazîtî hatiye ferzkirin. Ka digotin lêgerîna bi tazîtî tune?”

Birayê wî Mûhammed Kaygûsûz jî got “Birayê min ji sedî 90 berasteng e, destekî wî û pêyekî wî tune. Em vê êşkenceya li ser birayê xwe qebûl nakin.5 kesan êrişî kesekî berasteng kirine û kincên wî çirandine. Ev tişt nayê qebûlkirin. Divê heyetek biçe girtîgehê.”