Li Rojhilatê Kurdistanê jî greva birçîbûnê dest pê kir

Li Rojhilatê Kurdistanê jî li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan greva birçîbûnê hate destpêkirin. Wê çalakiya greva birçîbûnê ya li Rojhilatê Kurdistanê du rojan dewam bike.

Li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiyên greva birçîbûnê li Rojhilatê Kurdistanê jî hate destpêkirin. Îro komek çalakvan bi armanca rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan bi dirûşmeya “Azadî ji bo Rêber Apo, mirin ji bo xwînmij, mirovkuj û dijminên mirovatî û jiyana azad re” bi daxuyaniyek ragihandin ku ew dest bi greva birçîbûnê dikin.

Daxuyaniya çalakgeran wisa ye:

“Ji bo ku Rojhilata Navîn her tim di bin dagirkerî û koletiya wan de be, vê carê faşîzm û modernîzma mirovxwer û sermayedar bi şidandina tecrîdê ya li ser rêberê azadîxwaz mirovahî kirine armanc. Ji bo wê di vê demê de erka dikeve ser milê hemû kesên azadîxwaz ev e ku li hemberî faşîzmê xwedî helwestek zelal û yekgirtî bin û bibin dengê hawarê û berxwedanê. Heval Leyla Guven di girtîgehên faşîstan de pêşengtiyê ji greva birçîbûnê re dike. Ev çalakî niha li seranserî cîhanê belav bûye. Girtiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî ragihandine ku wan dest bi gireva birçîbûnê ya bêdem kirine û heya ku tecrîdkirina Rêber Apo neyê rakirin ew ê çalakî bidome.

Em jî mirovên azadîxwaz û şoreşger ên Rojhilatê Kurdistanê radigihînin ku ji roja 18’ê Kanûna 2018’an ve dest bi gireva birçîbûnê ya du rojan dikin. Em ê jî wekî hevalên xwe yên li seranserî Kurdistan û cîhanê vê çalakiyê bi rê ve bibin. Em bang li tevayî azadîxwazan bi taybetî bang li azadîxwazên Rojhilatê Kurdistanê dikin ku di vê dema hesas de erka xwe yê şoreşgertî bînin cih.”