Li Reqayê 275 çeteyan xwe radestî hêzên QSD’ê kirin

Li ser daxwaza şêx û rûsipên eşîrê Reqayê, 275 çeteyên li bajarê Reqayê li gel malbatên xwe ku hemû welatiyên Sûriyeyê ne, xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk kirin.

Heyetek ji  eşîrên Reqayê beriya niha bi rêya Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê ji Hêzên  Sûriya Demokratîk xwestin ku xwe ragirin û rêjandina xwînê rawestînin, da ku welatiyên sivîl ên di bajêr de mane bêne parastin ku çete wan weke mertalên zindî bikar tînin.

Piştî hevdîtnên  bi Hêzên Sûriya Demokratîk re Meclîsa Sivîl a bajarê Reqayê rêbazek peyda kir ku şêxên eşîrên Reqayê ji çeteyên DAIŞ’ê yên ji welatiyên Sûriyeyê ku hatine xapandin bixwezin ku xwe radestî Hêxên Sûriya Demokratîk bikin. Girêdayî vê mijarê îro 275 çeteyan li gel malbatên xwe ku hemû ji welatiyên Sûriyeyê re xwe radest kirin.

Çalakî piştî nîvroj li navenda Meclîsa Sivîl a bajarê Tebqayê pêk hat. Her wiha hejmarekî mezin ji şêx û rûspiyên êl û eşîrên Reqa, Tebqa amade bûn û gelek dezgehên çepemeniyê jî çalakî ragihandin.

Di çalakiyê de Meclîsa Lihevanînê ya Eşîran Şêx Hamid Ebdilrehman El-Ferec li ser navê eşîrên Reqayê axivî û wiha got: “Li ser banga şêxên eşîrên parêzgeha Reqa ku ji Hêzên Sûriya Demokratîk xwestin ku kesên dixwain ji bajarê Reqa derbikevin û piştî danûstandinên di navbera me weke şêxên eşîran û Hêzên Sûriya Demokratîk de mijar hate erêkirin û niha pêşwaziya kesên ji bajêr derdikevin tên kirin û bi taybet ên ji welatiyên Sûriyeyê.”,

Şêx di axaftina xwe de li ser navê Meclîsa Sivîl a Reqayê diyar kir ku ew navenda danûstandinên wan û Hêzên Sûriya Demokratîk bû û wiha bi dawî kir: “Em hemû kes û aliyên ev çalakî bi ser xistine spas dikin.

Hêjayî bibîrxisitnê ye ku çete wê li gel  Hêzên Sûriya Demokratîk bimînin da ku mijara wan li gorî qanûn û pîvanan wê were  çareserkirin.