Li Qeyserî êşkenceya li girtiyan: Ewlehiya jiyana me nîne

Li Qeyserî qerdiyan li girtiyan ''Ne mutlu Türküm diyene'' (''Bextewar e kesê ku ji xwe re dibêje Tirk'') ferz dikin. Girtiyan li dij vê gotin, ''Bextewar e kesê ku ji xwe re dibêje Kurd'' û ji bo vê êşkence li girtiyan kirin.

Li Qayserî Bunyan Girtîgeha Girtî ya Tîpa T Nimro 1'ê, girtiyê bi navê Şaban Kaygusuz (24) ku dest û piyekî wî nîne û rapora 90 ji 100'î astengbar e heye, duh bi malbata xwe re axivî û got qerdiyanan êrîş biriye ser wan. Kaygusuz got 23'yê Çile roja Duşemê êrî anîne ser wan û piyê girtiyê bi navê Yucel Hazar hatiye şikandin.

Kaygusuz her wiha got qerdiyanên ku êrîş anîne ser wan li wan ferz kirine ku bibêjin, ''Bextewar e kesê ku ji xwe re dibêje Tirk'', li ser vê piştî ku wan gotiye, ''Bextewar e kesê ku ji xwe re dibêje Kurd'' êrîş girantir kitine, bi fermana midûrê girtîgehê Alî Ç. êrîş anîne ser wan.

Kaygusuz diyar kir ti ewlehiya wan a jiyanî nîne, bi rêya malbatê bang li raya giştî kir ku bihistyar bin.

Muhammed Kaygusuz, birayê girtî Şaban Kaygusuz jî got, ''Em şermezar dikin ji bo ku êrîşeke wiha tînin ser girtiyekî ku 90 ji 100'î astengbar e. Ev sûcê dijî mirovahiye ye. Her roj ji girtîgehan agahiyên mirinê tên û em mitaleyan dikin. Divê berpirs bi berpirsyariya xwe rabin'' û bang li saziyên mafê mirovan kir ku li girtîgehan vekolin.

Li eynî girtîgehê Alî Saday ê girtî 24'ê Çile bi malbata xwe re axivîbû û gotibû êşkence li wan hatiye kirin.