Li qawîşên ji 12 kesî 30 kes dimînin

Endama Desteya Rêveber a CÎSST'ê Korkût got, li qawîşên ji 12 kesî nêzî 30 kes dimînin, lewma girtî bi dorvegerî radizên. Korkût diyar kir, êşkenceya li girtîgehan êdî rûtîn bûye.

Li gorî agahiyên ku Wezareta Edaletê ya Tirkiyeyê ji Komîsyona Daxwaznameyê ya Meclîsa Tirkiyeyê re şandî, heta 15'ê Îlona 2018'an li 449 girtîgehên ku kapasîteya xwe 211 hezar û 274 girtî ye, 246 hezar û 426 girtî dimînin. Li gorî agahiyên wezaretê, 35 hezar û 152 kes ji kapasîteya girtîgehan bêhtir li girtîgehan tên hiştin. Endama Desteya Rêveber a Komeleya Civaka Sivîl a Sîstema Bicihanîna Ceza (CÎSST) Bêrîvan Korkût li gorî nameyên girtiyan ji Melîke Ceyhan a MA'yê re qala binpêkirina mafên mirovan a li girtîgehan kir.

GIRTÎ BI DORVEGERÎ RADIZÊN

 Korkût, anî ziman ku 10 salên dawî li girtîgehan hejmar gelekî zêde bûye û got: "Ji ber ku di ser kapasiteyê re girtî li qawîşan hene, ev rewş bandorek neyînî li ser jiyan û tenduristiya wan dike. Li qawîşên ji 12 kesî 30 girtî dimînin. Ji ber ku nivîn têra girtiyan nakin, girtî bi dorvegerî radizên. Li hin girtîgehan heta ber derê destvanxaneyê nivîn hene. Dema girtî diçin hevdîtinan û mafên xwe yên civakî bi kar tînin, dibin hedefa şîdeta psîkolojîk û fîzîkî. Girtî her tim tên sewqkirin û di dema sewqkirinê de dibin hedefa şîdet û lêgerîna bi tazî. Hem di dema Rewşa Awarte de, hem jî piştî Rewşa Awarte binpêkirina mafên mirovan dewam kir. Her ku girtiyan sewq dikin dîsa semaver, televîzyon û alavên din ên pêwîst neçar dimînin ku dubare bikirin. Girtiyên ku dûrî malbatên xwe bin, dayik û bavê wan ên kal û pîr nikarin biçin ziyaretan. Bi vî rengî hem girtiyan û hem jî malbatan ceza dikin. Girtiyên li dijî binpêkirina mafên mirovan derdikevin tên cezakirin. Hin girtî hene ku 3 sal û nîvan cezayê hevdîtinê li wan hatiye birîn. Ger ku parêzer jî neçin dîtina wan, têkiliya wan girtiyan û cîhanê bi temamî ji hev qut dibe."

'PIRTÛKAN NADIN GIRTIYAN'

Korkût diyar kir ku pirtûkên bi kurdî ji girtiyan re tên şandin bi sedema ku kesê werger bike tune, radestî girtiyan nayên kirin. Korkût wiha pê daket: "Gelek pirtûkên ku malbat û hevalên girtiyan dişînin, nahêlin ku bikevin hundir. Zorê li girtiyan dikin ku bi pereyên xwe pirtûkan bikirin. Gelek pirtûkên ku li derve biryara komkirinan wan tune ye jî bi awayekî kêfî tên desteserkirin. Girtî nikarin zêdeyî 5-7 pirtûkan li cem xwe bihêlin. Gelek pirtûk jî bi sedema wergêr nîne, nadin."

'ROJNIVÎSKÊN GIRTIYAN DESTESER DIKIN'
 
Korkût da zanîn ku di destê girtiyan de tenê radyo maye û wê radyoyê jî desteser dikin. Korkût ragihand, girtiyên bi Tirkî nizanibin nikarin der barê welatê xwe de bibin xwedî agahî û qanalên tv jî bi sînor kirine. Li aliyê din bi ser odeyên girtiyan de digirin û rojnivîskên wan desteser dikin û mohra 'Hatiye dîtin' lê dixin.

'JI BO ÇARESERIYÊ EM BIBIN YEK'

Korkût diyar kir ku divê wezaret li ser van pirsgirêkan raweste û çareser bike. Korkût got, " "Binpêkirina mafên mirovan wekî binpêkirin nayê dîtin. Ev bi xwe pirsgirêkek mezin e. Mafê wan ê ragihandinê tê sînorkirin. Ev mijareke gelekî girîng e. Gelek mafên tên binpêkirin nayên dîtin û nabin nûçe. Eleqeya li hemberî girtîgehan pir kêm e. Divê tenê malbatên girtiyan berpirsiyar nayên dîtin. Divê her kes û derdorên demokratîk li ber van pirsgirêkan rabin."