Li piştî xwepêşandanên nîjadperestî yên li Elmanyayê, AKP heye!

Derket holê, xwepêşandanên dij bi Îsraîlê yên li Elmanyayê hatin lidarxistin, ji aliyê saziyên ser bi rejîma AKP'ê ve hatine organîzekirin.

Di xwepêşandanên protestoyî de, ku ji ber şewitandina alên Îsraîlê rê li ber nerazîbûnan vekir, ji ala Fîlîstînê bêhtir ala Tirkan hate hildan.

Piştî ku Serokê DYA Donald Trûmp Quds weke paytexta Îsraîlê nas kir, li gelek bajarên Elmanyayê xwepêşandanên protestoyî hatin lidarxistin. Ji Şerê 2. ê Cîhanê û vir ve Antî-Semîtîst li Elmanyayê qedexe ye. Ji ber ku ev xwepêşandanên protestoyî veguherîn rewşeke Antî-Semîtîst, hikumeta Elman û hêzên ewlekariyê ketin nava tirs û fikaran.

Êvara Înê li Deriyê Brandenbûrg û navçeya Neûkolln ên paytext Berlînê di xwepêşandanekê de ala Îsraîlê û Stêrka Dawûd ku sembola Yahûdiyan e hatibûn şewitandin. Di xwepêşandanê de 10 kes hatin binçavkirin. Derket holê ku li gel saziyên Fîlîstînê, AKP jî yek ji organîzatorên vê xwepêşandanê bû.

Rojnameya "Tagesspîegel" ragihand ku li pişt her du xwepêşandanên rê li ber bûyeran vekir, nîjadperestên Tirk ên AKP'yî hene. Serokwezîra Elmanyayê Angela Merkel piştî her du bûyerên nîjadperestî yên li Berlînê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku ew li dijî Antî-Semîtîzm û her şêweyê dijminatiya li biyaniyan e.

Siyasetmedarên din ên Elman jî nerazîbûn nîşanî xwepêşandanê dan. Tê payin ku ceza li beşdarên van her du xwepêşandanan bê birîn. Ji ber ku li gorî Qanûna Ceza ya Elman, zerardayina li alên neteweyî û sembolên dewletan, sûc e.

LI ŞÛNA ALA FÎLÎSTÎNÊ, ALA TIRKAN HATE HILDAN

Di xwepêşandanên li gelemperiya Elmanyayê de, ji ala Fîlîstînê bêhtir ala Tirkan hate hildan. Ji xwe Yekîtiya Demokratên Tirk a Ewropî (ÛETD) û saziya diyaneta dewleta Tirk (DÎTÎB) ku saziyên rejîma AKP'ê yên li Elmanyayê ne, ji bo van xwepêşandanan banga tevlîbûnê kiribûn.