Li Pirdê şer qewimî

Li bajarokê Pirdê yê navbera Hewlêr û Kerkûkê, di navbera pêşmergeyan û hêzên artêşa Iraqê yên li dora bîrên petrolê ne, şer derket.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, li bajarokê Pirdê yê navbera Hewlêr û Kerkûkê, di navbera pêşmergeyan û hêzên artêşa Iraqê yên li dora bîrên petrolê ne, şer derket. Lê der barê vî şerî de agahiyeke berfireh dest neket.

Piştî ku bajarê Kerkûkê radestî Heşdî Şabî û artêşa Iraqê hate kirin, pêşmergeyên PDK'ê yên bajarokê Pirdê jî xwe vekişandibûn. Heşdî Şabî duh danê sibehê êrîşî Pirdêk kiribûn û pêşmergeyan xwe vekişandibûn.