Li Pîrbûla dor li leşkerên Tirk hate girtin: 13 leşker hatin kuştin-NÛ BÛ

Li Pîrbûla ya Heftanînê leşkerên dagirker hatin dorpêçkirin. Di şerê qewimî de heta niha 13 leşker hatin kuştin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin girtin, komeke leşkerên artêşa Tirk a li herêma Pîrbûla ya Heftanînê dema di nava liv û tevgerê debûn, gerîlayan di saetên sibê de ew xistin dorpêçê.

Di şerê qewimî de li gorî agahiyê destpêkê 13 leşker hatin kuştin.

Artêşa Tirk qada şer bi helîkopterên Kobra, obus û hewanan bi dijwarî bombe dike.

Hate ragihandin ku hinek ji dagirkeran çekên xwe avêtine û li bajahiyê belav bûne û reviyane, ji ber ku dorpêça gerîla ya li ser dagirkeran dewam e, nikarin ji qadê derkevin.

Şer dewam e.