Li PE’yê konferansa li ser Rojava: Divê PKK ji lîsteyê were derxistin

Li Parlementoya Ewropayê  li ser dagirkeriya li dijî Rojava konferans hat lidarxistin. Dîplomatê berê yê DYE’yê Galbratîth got ku “Divê êdî em bi çavê rêxistina terorê li PKK’ê nenihêrin.”

Li parlementoyê danişîna dawîn a konferansê li ser mijara ‘Berpirsyarkirina dewleta Tirk’ bû.

ALFONSI: TIRKIYE KETIYE PÊVAJOYEKE DÎKTATORYEL

Parlementerê Partiya Keskan Françoîs Alfonsî moderatoriya danişînê kir û got ku, “Doza Kurdan heta niha hatiye piştguhkirin. Divê Ewropa fêm bike ku Tirkiye ketiye pêvajoyeke dîktatoryal. Erdogan li derve û li hundir gelekî qels bûye. Em îro rûpelekî dinivîsin lê heta serfiraziya Kurdan wê gelek rûpel werin nivîsandin.”

Dîplomatê berê û şêwirmendê siyasî Peter W. Galbraîth jî got ku “Ez jî li ser vê fikrê me ku li sînorên Erdogan terorîzm heye. Ji herêmên Kurdan ber bi Tirkiyeyê ve tu êrîş nehate kirin. Divê em qebûl bikin ku gelek terorîst ji wan sînoran derbas bûn. Ev kes ji Tirkiyeyê derbasî Sûriyeyê bûn û li dijî Kurdan şer kirin. Hemû jî ji Tirkiyeyê dihatin.

Galbraîth diyar kir ku tê gotin ku Kurd ji xeynî çiyayan tu dostê wan tune lê gelek dostên Kurdan hene.  Galbraîth got ku “Êdî divê em bi çavê terorê li PKK’ê nenihêrin. PKK serhildanek e. Heke PKK operasyonên xwe yên li Tirkiyeyê bide sekinandin û li Tirkiyeyê muzakereyên aştiyê werin destpêkirin, dibe ku ji lîsteya terorê were derxistin.”

DÎRAR: ERDOGAN ALÎKARÎ DA DAÎŞ’Ê

Hevserokê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Rîad Dîrar qala projeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir û wiha got; “Ev proje bi navê biratiyê û bi navê yekîtiyê hate ava kirin. Kurdan al hilgirt û xakên dibin dagirkeriya DAÎŞ’ê de rizgar kir. Lê Tirkiyeyê îxanet kir. Erdogan alîkarî da DAÎŞ’ê. Erdogan dixwaze Rojhilata Navîn bi nêzikatiyekî ya aligirê Osmaniyan kontrol bike. Divê Tirkiye diyaloga bi me re qebûl bike. Divê rejîma Şamê jî ji bo welatekî demokratîk muzakereyan bi me re bike. Em sîstemeke navenda demokratîk ya sepandina herêmên xweser dixwazin. Divê rêxistina navnetewî piştgiryê bide rêveberiya xweser û pêvajoya demokratîkbînê û xwedî li berpirsyartiya xwe derbikeve. Nêzikatiya me ji bo Sûriyeyê bi awayekî azad û aşitiyane ye.”

LI EFRÎNÊ PAQIJIYA ETNÎKÎ HATE KIRIN

Hevserokê Meclîsa Efrînê Şîraz Hamo qala sîstema beriya dagirkirina Efrînê kir û wiha got; “Ev rêveberiya xweser Serokkomarê Tirk aciz kir. Tirkiye li Efrînê hilweşandin kir û ev li pêşiya çavê civaka navnetewî kir. Hêzên li Efrînê hatine qetilkirin ew hêzên ku li dijî DAÎŞ’ê têkoşiyan û civaka navnetewî ji wan re li çepikan dida.”

Hamo diyar kir ku dewleta Tirk li Efrînê paqijiya etnîkî û qirkirin kir û bîlançoya revandin, înfaz, êşkence, koçberiya bi darê zorê û talanê ragihand. Hamo got ku li dijî dîktatoriyê berxwedanek hate kirin û divê piştiriya vê berxwedanê were kirin.

Rojnameger Jonathan Spyer polîtikayên Rûsya yê Tirkiye û Bakur-Rojhilatê Sûriye/Rojava nirxand û wiha got; “Dema li helwesta Rûsya mirov dinêre, piştgiriya ji bo rejîmê bi herêmeke berfireh û ji bo berjewendiyan e. Tirkiye ji bo li gel Rûsya baş bibe xwedî berjewendiyan e. Rûsya bersivê dide beşek ji daxwazên aktorên din û Kurdan. Erdogan bi polîtikayên xwe ji Rojava dûr ketiye û Rûsya jî di vê çarçoveyê de Tirkiye nêzî xwe kiriye.”

Seroka Komîteya Rêveberiya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed jî di konferansê de axivî.