Li Patnosê 4 kes hatin girtin, li Stenbolê 14 kes hatin destgîrkirin

Li navçeya Patnosê ya Agiriyê ji 6 kesên ku dawiya hefteyê hatin destgîrkirin 4 kes hatin girtin. Li Stenbolê jî di oeprasyona dijî endamên Partiya Şoreşger a Yekbûyî û Dev-Guçê de 14 kes hatin destgîrkirin.

Li Patnosê, 20'ê Hezîranê di serdegirtina malan de Şîrîn Kûrt, Resûl Kûrt, Abdullah Kûrt, Coşkûn Çetres, Îsmet Gurel û Îslam Acar hatibûn destgîrkirin.

Ji kesên hatin destgîrkirin 2 kes piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan. 4 kesên ku sewqî Dadgeriya Ceza ya Sûlhê ya Nobedar hatin kirin, bi sûcdariya 'endametiya rêxistinê' hatin girtin.

Kesên hatin girtin Abdullah Kûrt, Coşkûn Çetres, Îsmet Gurel û Îslam Acar e.

Li Stenbolê jî li dijî endamên Partiya Şoreşger a Yekbûyî û Hêzên Şoreşger ên Ciwanan (Dev-Guç) serê sibehê operasyon hate kirin.

Di serdegirtinan de 14 kes hatin destgîrkirin. Hinceta destgîrkirinê nehate hînbûn.

Kesên hatine destgîrkirin: Beyza Çapar, Sedef Ozer, Bekîr Açar, Başak Yeşîlot, Omer Şengul, Ozgur Sazlik, Mûrat Pîrcan Yaratan, Yeşîm Tukel, Çagla Denîz Gunduz, Hasan Taş, Mazlûm Orûç, Ûmût Dogan, Mûhammed Şahîn Ûca, Îbrahîm Zencîr.